Hewlêr (Rûdaw) – Bitcoin îro bi nêzîkî 77 hezar û 180 dolarî tê kirîn û firotin û li cihê xwe ye.
Bitcoin di navbera 77 hezar û 100 dolar û 81 hezar û 700 dolarî de rastî asteke berxwedanê ya bihêz hatiye.
Ev jî ji ber wê yekê ye ku veberhênerên mezin di vê navberê de nêzîkî 539 hezar Bitcoin firotine.
Ji bo ku berê Bitcoinê careke din ber bi bihabûnê ve ye divê ev pereyê dîjîtal bi hêzeke mezin astên 83 hezar û 600 dolar û 88 hezar û 700 dolarî derbas bike.
Li aliyê din, sindoqên veberhênana Bitcoinê yên li Amerîkayê 4 roj in li pey hev rastî pêla derketina sermayeyê tên.
Bi awayekî ku hefteya borî zêdetirî 460 milyon dolar sermaye ji wan sindoqan derketiye.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)