Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump hewlên Sûriyeyê bi germî pêşwazî kir ku li şûna Tengava Hurmizê bibe rêyeke alternatîf a veguhastina enerjiyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirinê de nivîsî, "Ev gelekî baş e! Sûriye xwe wekî alternatîfeke Tengava Hurmizê pêşniyar dike."
Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganiyê hatiye girtin û vê yekê jî derfeteke zêrîn ji bo Sûriyeyê çêkiriye.
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da.
Wekî beşek ji bersiva xwe, Îranê êrişî welatên cîran kir ku Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Behreyn û Qeter jî di nav de ne û 2yê Adarê jî Tehranê Tengava Hurmizê girt.
Li gorî Rêxistina Veguhastina Deryayî ya Navneteweyî, beriya şer rojane 20 milyon bermîl petrol di tengavê re dihat hinartin ku ev jî ji sedî 20ê tevahiya hinardeya cîhanê ya rojane bû lê ji destpêka şer ve bi navînî rojane kêmtirî milyonek bermîl di wê derê re hatiye hinartin.
Niha rojane nêzîkî 5 hezar barhilgirên mezin ên petrolê ji qad û parzûngehên başûrê Îraqê di nav çolên Sûriyeyê re ber bi Deryaya Navîn ve tên hinartin.
Ev pêvajo ji Nîsana borî ve wekî tecrubeyekê ji aliyê hinardekarên petrola Îraqê ve dest pê kir.
Armanc ew bû ku ji wê dorpêça ji ber şerê Îranê ketiye ser Tengava Hurmizê rizgar bibin.
Niha karwanê berdewam ê barhilgiran nîşan dide ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze nexşeya enerjiya cîhanê ji nû ve dîzayn bike.
Projeya boriya petrolê ya Chevronê
Tîrmeha borî, birêvebiriya Trump piştgiriya xwe ji bo projeyeke mezin a şirketa Chevronê ragihand.
Ev proje avakirina boriyeke petrolê ye ji bo veguhastina rojane 2 milyon bermîl petrola xav a ji Besreyê ber bi bendera Banyasê ya Sûriyeyê ve.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de li ser wê boriyê ragihand ku borî dê wisa bike Tengava Hurmizê bibe "deriyekî jibîrkirî".
Dirêjiya vê boriyê hezar mîl e û mesrefa wê 5,7 milyar dolar e, ji bo temambûna wê herî kêm 2 sal û nîv pêwîst in.
Her çend nikare bi temamî cihê keştiyên mezin bigire jî di demeke dirêj de dê rêyên hinardekirinê curbicur bike.
Berjewendiyên herêmî û pêşbaziya rêyan
Sûriye tenê wekî rêyeke petrolê li xwe nanêre.
Alîkarê Birêvebirê Şirketa Petrola Sûriyeyê Ehmed Qebacî dibêje, wan bi Qeterê re gotûbêj kiriye da ku boriyê heta wî welatî dirêj bikin û gaza xwezayî veguhêzin.
Her wiha Kuweyt û Behreyn jî dixwazin bi vê rêyê ve werin girêdan.
Pispor dibêjin, heta Erebistana Siûdî jî ketiye nav vê mijarê çimkî piştî girtina Hurmizê berê xwe da Deryaya Sor lê li wir jî Hûsiyên Yemenê gefan li keştiyan dixwin.
Ji ber vê yekê rêya Deryaya Navîn a di ser Sûriyeyê re ji bo hemûyan dibe bijardeya herî baş.
Zehmetiyên ewlehiyê û metirsiyên veberhênanê
Tevî geşbîniyan, veberhênana li Sûriyeyê ne bê metirsî ye.
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer hîn bi temamî welat kontrol nekiriye û şaneyên razayî yên DAIŞê teqînan dikin.
Divê borî di rojavayê Îraqê re derbas bibe.
Pisporê enerjiyê Gabriel Mitchell dibêje, "Dabînkirina ewlehiyê ya ji bo vê boriyê zehmetiya herî mezin e çimkî her tim di bin gefa êrişên çekdarî de ye."
Dema mirov bi dirêjahiya rêya boriyê diçe, wêraniyên 14 salên şerê navxwe yê Sûriyeyê dibîne.
Li nêzîkî sînorê Îraqê, stasyoneke mezin a derxistina petrolê ku di salên 1950yî de hatibû çêkirin, niha bûye kavil.
Berpirsekî qada petrolê ya Umerê Ehmed El-Xidir dibêje, qadên petrolê ji ber xerabiya birêvebirinê ya di serdema DAIŞ û Rêveberiya Xweser de zerereke mezin dîtine û niha li gorî beriya şer tenê ji dehan yekê petrolê berhem tînin û anî ziman:
"Pirsgirêka Sûriyeyê ya pisporiyê nîne, pirsgirêka veberhênan û amûrên bipêşketî heye."
Sûriye wekî xaçerêya Rojhilata Navîn
Berpirsên Sûriyeyê amaje pê dikin ku pêgeha cografî ya Sûriyeyê sermayeya wan a herî mezin e.
Şam û Heleb bi sedan sal beriya dîtina petrolê, navenda girêdana rojhilat û rojavayê bûn.
Niha Sûriyeyê bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re peymanek îmze kiriye ku xeta hesinî ya serdema Osmaniyan nûjen bikin û Ewropayê bi Deryaya Sor ve girê bidin.

.webp&w=3840&q=75)

