Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên Asyayê di roja yekem a xebatê ya hefteyê de bihayên petrolê daketin.
Tê hêvîkirin ku dibe di hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de gav bên avêtin û vê yekê bandor li daketina bihayên petrolê kir.
Bihayê bermîla petrola brent bi rêjeya ji sedî 1,8 daket û bû 111,43 dolar.
Her wiha bihayê bermîla petrola xav a Teksasa Rojava ya Amerîkayê (WTI) jî ji sedî 2 daket û bermîla wê bû 102,04 dolar.
Bihayên petrolê piştî zêdebûna giran a rojên borî ber bi daketinê ve çûn.
Bihayên petrola Brent û WTIyê meha Çiriya Pêşîn bi zêdebûneke derdora ji sedî 15an temam kiribû.
Trump dixwaze girîngî bi dîplomasiyê were dayîn
Li gorî nûçeya Axiosê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivî.
Trump di hevdîtinê de ji Netanyahu xwest ku beriya biryara destpêkirina ducare ya êrişên leşkerî yên li dijî Îranê, zêdetir derfet ji dîplomasiyê re were dayîn.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev nêzîkatiya Trump, Netanyahu dilgiran kiriye.
Hat eşkerekirin ku Netanyahu xwestiye yekser piştî hilbijartinên navberê yên Amerîkayê, êrişên li dijî Îranê ducare dest pê bikin.
Dan û standinên Îran û Qeterê didomin
Şandeyên dîplomatîk ên Îran û Qeterê ji bo bidawîkirina şer û vekirina Tengava Hurmizê ji bo hatin û çûnê, sê roj in li pey hev hevdîtinên xwe didomin.
Armanca wan ew e ku li ser vê mijarê mekanîzmayekê ava bikin.
Li aliyê din pisporên enerjiyê hişyariyê didin û tînin zimên ku eger hevdîtin bi ser nekevin, dibe ku piştî hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê aloziyên leşkerî careke din zêde bibin.



