Hewlêr (Rûdaw) - Li bazaran cîhanê îro zêr biha bû.
Bihayê onsa zêr piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 0,6 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 430 dolarî.
Doh bihayê zêr di asta herî nizm a mehekê de bû.
Bandora dolar a li ser zêr
Kêmbûna nirxê dolar û faîza deynên xezîneya Amerîkayê piştgirî da bihayê zêr.
Dema dolar kêm dibe, kirîna zêr û metalên din ji bo kesên ku pereyên din bi kar tînin erzantir dibe.
Rapora kar a Amerîkayê
Tê pêşbînîkirin ku roja înê amarên karkirinê yên Amerîkayê werin eşkerekirin. Pisporê bazarên darayî yê li şirketa Tastyliveyê Ilya Spivak li ser vê mijarê got:
"Rapora derfetên kar dê bûyera herî girîng a vê hefteyê be. Eger amar ji pêşbîniyan kêmtir bin û egera bilindkirina faîza bankê di îlonê de kêm bibe, wê demê bihayê zêr dê hîn zêdetir bibe."
Wî pisporî her wiha da zanîn ku eger biha ji 4 hezar û 400 dolarî derbas bibe, dê ber bi 4 hezar û 500 û paşê jî ber bi 4 hezar û 700 dolarî ve here.

.webp&w=3840&q=75)

