Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar ê li beramberî tumen zêdetir bilind bû û dolarekî Amerîkî bi 207 hezar û 200 tumenan tê firotin.
Di nav 24 saetên dawî de, bihayê dolar herî pir gihîşt 208 hezar û 400 tumenî. Asta herî nizm a dolar jî 206 hezar û 900 tumen bû.
Amar nîşan didin ku qîmetê dolar li bazarên Îranê li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 1,97 bilind bûye.
Her wiha di nav şeş mehên borî de, dolar li beramberî tumen bi rêjeyeke berbiçav û bi rêjeya ji sedî 24,52 bilind bûye.
Êrişa li Tengava Hurmizê
Amerîkayê şeva borî li nêzîkî Tengava Hurmizê du êriş biribûn ser Girava Larkê.
Artêşa Pasdaran ragihandibû ku wan ji bo bersiva êrişê, bi mûşekên balîstîk li baregehên asmanî yên Muwefeq Seltî û Qral Husên xistiye ku hêzên Amerîkayê li Urdinê bi kar tînin.
Îranê gotibû ku wan bi dehan dronan êrişî leşker û helîkopterên Amerîkayê yên li Baregeha Asmanî ya Al Mînhadê ya li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.



