Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr li bazarên cîhanê daket asta herî nizm a du hefteyên dawî.
Bihayê her onseke zêr piştî vekirina bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û onsa zêr bû 4 hezar û 420 dolar.
Ev ji 19ê Tebaxê ve asta herî nizm a zêr e. Roja înê jî bihayê zêr bêhtir ji sedî 3yan daketibû.
Pêşbîniyên li ser rêjeya faîzê
Şîrovekarê bazarên darayî yê li şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê got:
"Zêr hîn jî di bin bandora wan daxuyaniyên tûj ên Warsh de ye ku li Foruma Jackson Holeyê dabûn.
Bazar hîn jî mijûlî têgihiştina guherînên di pêşbîniyên faîzê de ye.
Niha her kes li bendê ye bê ma helwesta tûj a Warsh a li hemberî enflasyonê, meha îlonê dê bibe biryareke rast a ji bo bilindkirina faîzê yan na."
Kevin Warsh roja înê li Foruma Aborî ya Jackson Holeyê ya li eyaleta Wyomingê ragihandibû ku heke birêvebirên siyaseta neqdî piştrast nebin ku enflasyon ber bi ji sedî 2yan ve diçe, wê demê gelek karên din hene ku Banka Navendî bike.
Ev gotin wekî nîşaneke zelal a ji bo bilindkirina rêjeya faîzê hatin dîtin.
Li gorî pîverê FedWatchê yê ser bi koma CMEyê, piştî daxuyaniyên Warsh, pêşbîniyên bazarê yên ji bo bilindkirina faîzê ya meha îlonê ji sedî 36an derket ji sedî 57an.



