Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bazarên cîhanê bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 2yan bilind bû.
Ev piştî wê yekê hat ku Amerîkayê êrişî giraveke Îranê ya li Tengava Hurmizê kir û Tehranê bersiv da wê êrişê.
Bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur 2,51 dolaran (ango ji sedî 2,85) bilind bû û gihîşt 90,61 dolaran.
Her wiha bihayê petrola xav a sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 2,55an bilind bû û gihîşt 85,53 dolaran.
Bersiva Îranê
Şeva borî hêzên Amerîkayê du platformên avêtina mûşekan ên li Girava Larkê ya Îranê ya li Tengava Hurmizê kirin armanc.
Li hemberî vê yekê medyaya Îranê li ser zarê Artêşa Pasdaran ragihand ku Tehranê êrişî du baregehên asmanî yên Amerîkayê yên li Urdunê kiriye.
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa IGyê Tony Sycamore li ser vê yekê axivî û got:
"Wisa xuya ye ku em di qonaxeke nû ya zêdebûna aloziyan de ne. Ne gengaz e mirov zanibe dê ev rewş heta kengî berdewam bike. Dibe ku çend rojan yan jî çend hefteyan biajo."
Sycamore her wiha diyar kir, nexşeyên teknîk nîşan didin eger şer gurtir bibe û bihayê petrola Teksasê ji asta 85,80 heta 85,90 dolaran derbas bibe, wê demê dê rê li ber bihabûneke zêdetir vebe.
Dan û standin xitimîn
Ji aliyê din ve, dan û standinên ji bo bidawîanîna şer gihîştin qonaxeke asê.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku dibe ku Amerîka heftane cezayên nû li ser Îranê bisepîne.
Armanc ew e ku pêwendiya Komara Îslamî bi temamî ji sîstema darayî ya cîhanî ya ku xwe dispêre dolar were qutkirin.
Metirsiyên li Tengava Hurmizê
Pisporên Banka ANZê di têbîniyekê de ji bo bazirganan diyar kir ku her çend rêya gihîştina peymanekê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê ne diyar be jî berdewamiya herikîna petrolê ya di Hurmizê re tirsên li ser qutbûna dabînkirina petrolê heta astekê kêm kirine.
Amarên deryavaniyê nîşan didin ku hejmara wan keştiyên ku dawiya hefteyê di Tengava Hurmizê re derbas bûne di rojekê de daketiye 5 keştiyan.
Ev yek nîşan dide ku keştî ji ber tirsa êrişan bi hişyariyeke mezin derbas dibin.


