Hewlêr (Rûdaw) - Kanzaya Zêr a Meleqereyê ya Agiriyê ji aliyê Şirketên Zêr ên Tirkiyeyê ve li navçeya Giyadînê hat vekirin û ev kanza dê di 5 salan de 17 ton zêr hilberîne.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di dema vekirina kanzayê de axivî û hêviya xwe anî ziman:
"Ev veberhênana hêja ya ku dê potansiyela Agiriyê çalak bike û li herêmê ji bo hilberîn û kar derfetên nû peyda bike, ji bo welat û gelê me li ser xêrê be."
Yilmaz bal kişand ser girîngiya hilberînê û axaftina xwe wiha domand:
"Meleqere piştî 18 salên mişt bi lêkolînên keşif, pîvandin, fîzîbîlîte û endazyariyê gihîşt qonaxa hilberînê û 16ê Hezîranê dest bi hilberîna vekirî kir û 16ê Tîrmehê yekem rijandina zêr pêk anî.
Dibe ku hûn bi lêgerînê peyda nekin lê yên ku peyda dikin her dem ew in ku lê digerin. Ji ber vê yekê, em bi vê felsefe û têgihîştinê tevdigerin."
"Em hêvî dikin ku hilberîn îsal li dora tonekê be"
Yilmaz diyar kir ku Kanzaya Meleqereyê xwedî wateyeke taybet e û li pey çû:
"Veberhênana ku li Meleqereyê hatiye kirin 250 milyon dolar e.
Em hêvî dikin, hilberîn îsal li dora tonekê be û di heyama 5 salî ya plankirî de nêzîkî 17 tonan zêr dê werin hilberandin.
Lêgerînên nû berdewam dikin. Tirkiye her sal zêdetirî 150 tonî zêr dikire. Heke me par zêr nekirîba, kêmasiya hesabê me yê niha hema hema tune bûya.
Bi gotineke din, piştî petrol û enerjiyê, kêmasiya herî girîng a hesabê me yê niha kirîna zêr e.
Ez behsa xemlên şexsî nakim, bila şaş fehm nekin. Ev beşek ji çanda me ye. Bê guman ev dê berdewam bike lê mixabin, têgeha teserûfa bi zêr li welatê me hinekî zêde ye.
Bi kêmanî, hêviya me ew e ku ev zêr bêhtir bikeve nav ekonomiyê û veguhere hilberînê, veberhênanê."
Cevdet Yilmaz li ser amarên kirîna ji derve û hilberînê jî ev agahî dan:
"Em zêdetirî 150 tonî zêr hawirde dikin (ji derve dikirin). Niha, hilberîna me dora 30 tonan e.
Em vê yekê çi qasî zêde bikin, em dê kêmasiya hesabê xwe yê niha ew qasî kêm bikin.
Dixwazim bibêjim, ev veberhênanek e ku dê bi kêmkirina kêmasiya hesab a niha rasterast beşdarî aramiya me ya makroaborî bibe."
"Ew dê hilberîna zêr a Tirkiyeyê ji sedî 10 zêde bike"
Yilmaz got ku sala pêşiya me dê li kanzayê 3 ton zêr werin hilberandin û di salên bê de hilberîn zêdetir bibe.
Cevdet Yilmaz destnîşan kir ku ev kanza dê bi tena serê xwe hilberîna zêr a Tirkiyeyê ji sedî 10 zêde bike û got:
“Ew dê 30 tonan bigihîne 33 tonan. Ev yek bi rastî jî ji bo me cihê dilxweşiyê ye.
Ev tesîs di 5 salan de dê nêzîkî 17 tonan zêr hilberîne û dema ku em li bihayên îro dinêrin, li gorî rêjeya îro dike 2,5 mîlyar dolar.
Bi gotineke din, ev tesîs dê di heyama 5 salan de 2,5 mîlyar dolar beşdarî baştirkirina hevsengiya hesabê niha ya welatê me û kêmkirina kêmasiya hesabê niha bike.”
Wî destnîşan kir ku rengvedana têgiha aboriyê ya li ser mirovan bi dabînkirina kar pêk tê û got:
"Îro tenê di vê tesîsê de 265 kes dixebitin. Dema ku kapasîteya wê bigihêje asta herî tije, ew hejmar dê bigihîje 337an."



