Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand ku hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê vegeriyaye rewşa normal û hilberîna rojane di navbera 200 hezar û 220 hezar bermîlan de ye.
Kemal Mihemed xwest ku di mijara petrol û benzînê de, wekî li parêzgehên din ên Îraqê, heman miamele li Herêma Kurdistanê jî bê kirin.
Wî her wiha diyar kir ku hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê vegeriyaye rewşa normal.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed di civîneke rojnamegerî de diyar kir ku hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê vegeriyaye rewşa xwe ya normal û got:
“Ji bilî qada Sersengê, li hemû qadan ji nû ve dest bi hilberînê hatiye kirin.
Li qada Sersengê jî ji ber êrîşa terorîstî hilberîn hîn bi tevahî venegeriyaye rewşa normal.”
Kemal Mihemed got, “Niha li Herêma Kurdistanê rojane di navbera 200 û 220 hezar bermîlan de petrol tê hilberîn. Ji vê 50 hezar bermîl ji bo bazara navxweyî tê veqetandin a mayî jî bi petrola Kerkûkê re bi rêya Herêma Kurdistanê ve dişînin Bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê.”
“Ji bo benzînê em li bendê ne ku Bexda gav biavêje”
Kemal Mihemed derbarê kêmbûna benzînê û zêdebûna bihayê ku ji sê mehan zêdetir e li Herêma Kurdistanê berdewam dike wiha got;
“Me berê jî gotibû ku rojane 50 hezar bermîl têra pêdiviya me ya benzînê nake û me her tim 115 hezar bermîl xwestiye.
Hikûmeta federal biryar da ku tenê 50 hezar bermîl ji Herêma Kurdistanê re veqetîne.
Lêbelê di heman biryarê de tê gotin ku heke 50 hezar bermîl têrê neke, 15 hezar bermîlên din dikarin wekî berhemên petrolê werin zêdekirin.”
Li parêzgehên navîn û başûrê Îraqê, lîtreya benzînê bi 450 dînarî tê firotin.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî, bal kişand ser cudahiya bihayê û got:
“Xelk dipirsin, 'Çima benzîn lîtreya benzînê bi 450 dînarî ji Herêma Kurdistanê re nayê dayîn?'
Bi rastî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldana me ew bû ku di navbera welatiyên li başûrê Îraqê, navenda Îraqê û Herêma Kurdistanê de ti cudahî nebin.
Lêbelê cudahî ev e: Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo her bermîla petrolê 4 dolar dide rafineriyan lêbelê li Herêma Kurdistanê ev 16 dolar e.
Em li gel wê yekê ne ku lîtreya benzînê bi 450 dînarî be lê em dixwazin ku heman kiryar li ser Herêma Kurdistanê jî were sepandin.
Çawa ku ji bo her bermîla petrolê 4 dolar didin rafineriyan, divê heman biha ji bo me jî were sepandin.
Her çend ji bo rafineriyan 4 dolar ji bo her bermîlê ji me were stendin jî dîsa jî 50 hezar bermîl petrol têra Herêma Kurdistanê nake.
Me berê jî gotibû ku pêwîstiya me bi 115 hezar bermîlan heye. Divê heman biha û mîqdara ku ji bo parêzgehên din ên Îraqê tê sepandin ji me re jî were peydakirin.”
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê hatine dayîn, li Herêma Kurdistanê 2,9 milyon wesayîtên qeydkirî hene.
Lêbelê ji 50 hezar bermîl petrola xav tenê 1,7 milyon lître benzîn dikare were hilberandin û ev rêje ji bo dabînkirina pêdiviyên van wesayîtan têrê nake.
Divê para Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 126 hezar bermîlan be
Kemal Mihemed diyar kir ku wan ji hikûmeta Îraqê xwestiye ku yan benzîn li gorî rêjeya ji sedî 14an a Herêma Kurdistanê li gorî nifûsê peyda bike, yan jî petrol li gorî rêjeya niha ya ji sedî 12,67an a Herêma Kurdistanê were dabeşkirin.
Li gorî vê yekê, divê rojane petrola Herêma Kurdistanê ji 126 hezar bermîlan derbas bibe.
Wezîr derbarê gavên ku ji bo çareserkirina kêmasiya benzînê û bihabûna wê hatine avêtin jî got:
“Di 20ê mehê de me bi nivîskî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê xwest ku rêjeya petrola xav a ku ji bo me tê dabînkirin were zêdekirin.
Wan ev mijar ji Encumena Wezîran re şand. Paşê ji bo çareserkirina vê mijarê komîteyeke parlamentoyê hat avakirin.
Komîteyê 26ê Tebaxê Wezareta Petrolê û 27ê Tebaxê jî wezareta me vexwend. Me jî hemû daneyên xwe radest kirin û em hêvî dikin ku pêşniyara komîteyê ji parlamentoyê re bê pêşkêşkirin û biryareke rast bê dayîn.”
Li gorî daxuyaniya Kemal Mihemed, komîsyon di nav hefteyekê de rapora xwe ya li ser rêjeya petrola ku dê ji Herêma Kurdistanê re were veqetandin pêşkêşî Parlamentoya Îraqê bike.
Pişt re rapor dê ji bo biryarê ji Wezareta Petrolê ya Îraqê û Encumena Wezîran re were şandin.
“Pêdiviya Herêma Kurdistanê bi petrola spî heye”
Kemal Mihemed di beşeke axaftina xwe de behsa pêdiviya Herêma Kurdistanê ya bi petrola spî jî kir û got:
“Petrola spî yek ji pêdiviyên Herêma Kurdistanê ye. Zivistan her sal ji parêzgehên din ên Îraqê zûtir tê Herêma Kurdistanê.
Heta niha, her sal tenê 50 milyon lître ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin. Îsal em dixwazin ku para Herêma Kurdistanê û her weha petrol û pêdiviyên din wekî her derê Îraqê werin şandin.”
“Daxistina deynê elektrîkê ji bo deynên beriya serdema Ronakiyê ye”
Kemal Mihemedê ku di heman demê de Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê ye, di civîna çapemeniyê de behsa biryara kêmkirina ji sedî 50 ya deynên elektrîkê jî kir û got:
“Ev daxistin ji bo deynên elektrîkê yên beriya serdema Ronakiyê derbasdar e. Projeya Ronakiyê li kîjan herêmê dest pê kiribe, di serî de sê mehan bi rêjeyên cuda daxistin hat kirin.
Ji ber vê yekê ev daxistina ku niha tê sepandin tenê ji bo deynên beriya dema Ronakiyê ye.”
Wezîrê Elektrîkê li ser gotinên cotkar û xwediyên baxçeyan ku dibêjin bihayê elektrîkê ya ku di çarçoveya projeya Ronakiyê de ji bo sektora çandiniyê hatiye dayîn “pir biha ye” got:
“Ji bo elektrîka çandiniyê bihaya herî guncaw ku bi ya Îraqê re yek e, hate destnîşankirin ku ew jî ji bo yekîneyeke elektrîkê 60 dînar e. Lê belê hinek kes çend sal in nadin. Li gorî min sedema vê yekê ew e ku deynên wan ên mezin li ser hene.”


