Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr piştî guherîna bendewariyên li ser polîtîkaya pereyan a Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) roja dawî ya bazarê bi carekê re daket.
Serokê Fedê Kevin Warsh li Sempozyuma Polîtîkaya Aboriyê ya Jackson Holeyê daxuyanî da.
Daxuyaniyên Warsh, nîşana polîtîkayeke tundtir a pereyan bûn.
Vê yekê dolar û dahatên veguherandin ên Amerîkayê bilind kirin û zexta firotinê ya li ser zêr zêde kir.
Bihayê onsa zêr ji sedî 3,2 daket û bû 4 hezar û 456,20 dolar.
Di kontratên dema pêş ên zêr de jî ji sedî 3,4 windahî çêbû û biha daket 4 hezar û 506,66 dolaran.
Bi vî awayî daketina heftane ya zêrê spot (zêrê ku rasterast tê kirîn) ji sedî 3,2 bû û di bazarên dema pêş de jî ji sedî 3,8 bû.
Hêviyên derbarê polîtîkayên faîzê ya Fedê guherîn
Serokê Fedê Kevin Warsh di axaftina xwe ya li Jackson Holeyê de got, di nîşanên bingehîn ên enflasyona aboriya Amerîkayê de başbûneke berbiçav çênebûye.
Warsh destnîşan kir ku divê Fed aramiya bihayan bixe rêza pêşîn.
Wî diyar kir ku bazara kar bi îstîhdama gişyî re lihevhatî ye lê fikarên li ser îstîqrara bihayê zêde bûne.
Daxuyaniyên Warsh hêviyên sermayedaran ji bo civîna Îlonê ya Fedê ji nû ve teşe dan.
Li gorî amarên CME FedWatchê, îhtîmala zedebûna faîzê ya 25 puanaên bingehîn ji sedî 35an derket ser ji sedî 57an.
Dolar û dahatên tahwîlan bilind bûn
Piştî peyamên Fedê, dolarê Amerîkî bilind bû û di heman demê de dahatên tahwîlan jî bilind bûn.
Dahata tahwîla 10 salî ya Amerîkayê bi 5,3 pûnên bingehîn zêde bû û derket ji sedî 4,725an.
Dahata tahwîla 2 salî jî 12 puananên bingehîn zêde bû û derket ji sedî 4,352yan.
Qimetê dolar di tevahiya hefteyê de derdora ji sedî 1 zêde bû û vê yekê jî daketina zêr leztir kir.
Rêjeyên faîzê û bilindbûna dahatên tahwîlan, balkêşiya zêr a li ber çavên sermayedaran a ku dahata faîzê nade, kêm dike.
Zêr pêşî bi fikara deyn bilind bûbû
Hefteya borî ji ber ku deynê giştî yê Amerîkayê ji 40 trîlyon dolarî derbas bû û di piyaseya tahwîlan de firotina tund berdewan kir, bihaya zêr zêde bû.
Dilgiraniyên li ser zêdebûna deynê giştî wisa kiribû ku sermayedar wekî alternatîfa pereyên fermî berê xwe bidin zêr û samanên krîptoyê.
Lê belê peyamên dawî yên Fedê tabloya li bazarên cîhanî berevajî kir.
Ji ber xurtbûna bendewariya ku di polîtîkaya pereyê de dê helwesteke tundtir bê şopandin, zexta firotinê ya li ser zêr zêde bû.
Grama zêr daket 6 hezar û 900 lîreyî
Daketina li bazarên navneteweyî bandor li bihayên zêr ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî kir.
Bihayê firotina grama zêr ji sedî 3,01 daket û bû 6 hezar û 908,74 lîre.
Grama bazina 22 eyar bi 6 hezar û 290,74 lîreyan tê firotin.
Zêrê tam bi 44 hezar û 899 lîreyan, zêr nîvî bi 22 hezar û 532 lîreyan û zêrê çaryek jî bi 11 hezar û 269 lîreyan tê firotin.
Bihayê firotina kîloyek zêr bi dolaran 142 hezar û 509 e. Her wiha kîloyek zêr bi euroyê jî 125 hezar û 836 e.
Bihayê firotinê yê kîloya zêr 142 hezar û 509 dolar, bihayê kîloya zêr ê bi euro jî 125 hezar û 836 e.



