Hewlêr (Rûdaw) - Gulf Keystone Petroleumê (GKP) ragihand ku hilberîn û firotina petrolê ya li qada Şêxanê ducare dest pê kiriye.
Şirketê eşkere kir ku ew niha rojane nêzîkî 40 hezar bermîlan hildiberînin û da zanîn ku peymana di navbera Hewlêr, Bexda û şirketên navneteweyî de heta destpêka sala 2027an hatiye dirêjkirin.
Şirketa Gulf Keystone Petroleumê (GKP) îro di rapora xwe ya nîvê yekem ê îsal de ragihand ku wan piştî “demeke dijwar a ji ber aloziyên ewlehiyê yên li herêmê” 16ê Tebaxa îsal careke din dest bi kar kiriye.
Hilberîna petrolê ya li wê qadê ji 19ê Tîrmehê heta 15ê Tebaxa 2026an ji ber tedbîrên xweparastinê hatibû rawestandin.
Hilberîn gihîşt 40 hezar bermîlî
Şirketa Brîtanyayê destnîşan dike ku qebareya hilberînê bi lez zêde dibe û niha rojane gihîştiye nêzîkî 40 hezar bermîlî.
Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û karên xweparastinê, di nîvê yekem ê sala 2026an de navîniya hilberînê daketibû 14 hezar û 600 bermîlan ku ev li gorî heman dema sala borî (44 hezar û 100 bermîl) kêmbûneke berbiçav bû.
Dirêjkirina peymana Hewlêr û Bexdayê
Gulf Keystoneyê li ser peymana navbera aliyan a ji bo firotina petrolê ragihand:
"Peymanên demkî yên hinardekirina petrolê yên di navbera şirketên navneteweyî yên petrolê, hikûmeta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 6 mehên din û heta dawiya Kanûna Paşîn a 2027an hatin dirêjkirin."
Şirketê destnîşan ku ev peyman li gorî firotina navxweyî "mafên darayî yên baştir û cihgîrtir" dabîn dike.
Li gorî amaran, Gulf Keystone Petroleumê karîbû her bermîla petrolê bi navîniya 83,5 dolaran bifroşe ku ev tenê 8,8 dolaran ji bihayê petrola brent kêmtir bû.
Kontrolkirina lêçûnan
Birêvebirê Bicihhêner ê Gulf Keystone Petroleumê Jon Harris ragihand ku wan tevî hemû zehmetiyan jî hevsengiyeke darayî parastiye û 12,5 milyon dolar kar li hîsedarên xwe belav kiriye û got:
"Di karên me de pêşîniya me silametî û ewlehiya hêza me ya kar bûye."
Wî diyar kir ku dê stratejiya wan a paşerojê ya di çaryeka yekem a 2027an de, veberhênana li projeya paqijkirina ava qadê û nûkirina tedbîrên ewlehiyê be.


.webp&w=3840&q=75)
