Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi belavkirina mazotê (petrola spî) ya ji bo malan kir û biryar e her malbatek 200 lître mazotê wergire.
Li gorî berpirsên herêmê, rojane nêzîkî 40 heta 50 hezar lître mazot digihîje parêzgehê.
“Biha ne li gorî hêza xelkê ye”
Hevpeyvîna li gel Endama Ofîsa Berpirsê Parêzgeha Hisîçayê û Berpirsa Sektora Enerjiyê ya Parêzgehê Newar Mehmûd Sebriyê îro di bultena Nûrojê ya Rûdawê de hat weşandin.
Newar Mehmûd Sebriyê ji Nalîn Hesenê re got, “Bihayê her lîtreyeke mazotê bi hezar û 150 lîreyên Sûriyeyê hatiye diyarkirin ku dike nêzîkî dolarekî Amerîkî.”
Ev biha di demekê de ye ku di salên borî de bihayê lîtreyeke mazotê nêzîkî 7 sentên Amerîkî bû.
Newar Mehmûd Sebriyê qebûl kir ku ev biha ji bo malbatan giran e û got:
“Rast e biha ne li gorî hêza xelkê ye lê me jî hewla xwe da.”
Belavkirina mazotê dereng ketiye
Belavkirina mazotê îsal di demekê de ye ku zivistan nêzîk dibe û sermayê herêm girtiye lê di salên borî de ev kar di dawiya havînê de bi dawî dibû.
Berpirsa Sektora Enerjiyê sedema vê derengketinê eşkere nekir lê got:
“Me hewl da ku em para xwe zêdetir bikin lê ya niha li ber destê me heye kêm e.”
Parêzgeha Hisîçayê yek ji herêmên herî dewlemend ên petrolê yên Sûriyeyê ye lê wekî pêwîst sûdê jê wernagire.
Newar Mehmûdê li ser pirsa “Gelo ji petrola ku tê derxistin pareke taybet ji bo parêzgehê hatiye diyarkirin an na?” got:
“Pêwîst e para me zêdetir be lê heta niha me mafê xelkê xwe wernegirtiye.”
Li Til Temirê rê li ber tankerên mazotê hat girtin
Bihabûn û derengketina belavkirina mazotê bû sedema nerazîbûna welatiyan.
Li navçeya Til Temirê xelk daket ser cadeyan û rê li ber tankerên mazotê girt.
Berpirsa parêzgeha Hisîçayê li ser vê yekê got:
“Em jî ji vê rewşê nerazî ne û li cem xelkê xwe ne. Ji bo alîkariya miletê xwe, çi ji destê me bê em dê bikin.”
Xwendekar di polên sar de ne
Kêmbûna mazotê bandor li dibistanan jî kiriye û ji ber nebûna sotemeniya germkirinê, xwendekar di polên sar de li ser erdê rûdinên.
Plan heye ku mazot ji bo dibistanan jî bê peydakirin lê heta niha mîqdara wê nehatiye diyarkirin.


