Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bi hezaran vîlayên ku piştî erdhejê hatine çêkirin di destê mitehîtan de man û nayên firotin.
Li gorî emlakvan û avahîsazan, eger rewş bi vî rengî bidome gelek mitehît dê dev ji avakirina vîlayan berdin û tirs ew e ku gelek ji wan îflas bikin.
Li Amedê bi hezaran vîlayên ku ji sala 2023yan ve hatine çêkirin û çêkirina wan hîn jî berdewam dike, ji ber kêmbûna kiryaran nayên firotin.
Piraniya vîlayan tevî ku ji bihayên xwe yên rastîn kêmtir jî tên firotin dîsa jî nayên kirîn. Li gorî avahîsazan gelek sedemên vê yekê hene lê sedema herî girîng ew e ku bank krediyan nadin û rê li ber fînansê digirin.
Avahîsaz Ozgur Memedoglu derbarê mijarê wiha got:
"Hinekî karsaz rawestiyane. Projeyên xwe yên vîlayê dane sekinandin. Nikarin projeya xwe bi pêş bixin.
Sedema vê yekê jî qeyrana aboriyê ye. Dewlet niha derfetên krediyê nade welatiyan û nade karsazan jî. Ji ber vê yekê xitimînek heye."
Kirîn û firotin kêm bûye
Enes Akdemîr ku berpirsê yek ji saziyên herî mezin ên kirîn û firotina emlakê ye diyar kir ku kirîn û firotina xanî û erdan jî kêm bûye lê ev rewş di vîlayan de gelekî zêdetir e.
Berpirsê Saziya Şêwirmendiyê ya Emlakê Enes Akdemîr got:
"Dora 5 hezarî zêdetir vîla çêbûn lê belê gelek ji wan niha vala ne. Em li vir 80 xebatkar in. Berê herî kêm mehê 2 vîla me difirotin, îro em dibînin ku ji 3 mehan carekê tenê hebekî dikarin bifiroşin."
Berê li Amedê vîla tenê li navçeya Sûrê dihatin çêkirin lê di van 3 salên dawiyê de ango piştî erdhejê, li navçeyên Bajarê Nû û Peyasê jî çêkirina vîlayan qat bi qat zêde bûye.



