Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku hilberîna wan a rojane gihîştiye pirtir ji 3 milyon bermîlan.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re ragihand, “Hilberîna petrolê ya rojane ya li Îraqê gihîştiye bêhtirî 3 milyon bermîlan.”
Ji ber şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê yê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, hilberîna petrola Îraqê ji nîvî pirtir daketibû.
Asta hilberînê ku berê rojane di ser 4,5 milyon bermîlan re bû, ji ber şer kêm bûbû û vê yekê bandoreke neyînî li ser firotina petrolê jî kiribû.
Selîm Rukabî derbarê rêyên firtoina petrola Îraqê ev agahî dan: "Navîniya hinartina petrolê ya bi rêya benderên başûr nêzîkî 2 milyon-2 milyon û 200 hezar bermîlan e.
Her wiha hinartina rojane ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê jî di navbera 150 û 180 hezar bermîlan de ye."
Amarên tîrmehê
Li gorî daxuyaniyên berê yên berpirsên Wezareta Petrolê, hinartina petrolê ya meha tîrmehê nêzîkî 49 milyon bermîlan bû.
Vê amara meha borî nîşan dida ku rojane nêzîkî 1,6 milyon bermîlan petrol hatiye hinartin.
.webp&w=3840&q=75)


