Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Şirketa SOMOyê ragihand ku peymana di navbera hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê de hatiye nûkirin.
Birêvebirê SOMOyê Elî Nizar îro ji Rûdawê re eşkere kir ku peymana sêalî hatiye nûkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev peyman dê salekê berdewam bike.
Peymana nû ya bi Tirkiyeyê re
Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê 1ê Tebaxa 2026an ji bo hinardekirina (firotina derve) petrola Îraqê ya bi rêya bendergeha Ceyhanê peymaneke nû îmze kir.
Li gorî vê peymanê asta hinartinê dê rojane bigihe 750 hezar bermîlan.
Birêvebirê SOMOyê da zanîn ku peymana sêalî jî li gorî dema peymana li gel Tirkiyeyê hatiye dirêjkirin.
Li hêla din, çavkaniyekê ji Şirketa Petrolê ya Bakur (North Oil) ji Rûdawê re ragihand:
"Peymana sêalî nêzîkî 20 roj berê li Hewlêrê hat nûkirin. Ev peyman ji bo pejirandina fermî ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re hatiye şandin da ku were çalakkirin."
Wê çavkaniyê her wiha destnîşan kir ku ev peyman ji bo rêkxistina şêwazê kar û protokoleke îdarî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û armanc ew e ku pêvajoya veguhastin û hinartina petrolê bi awayekî yasayî were rêkxistin.
Vegera şirketên biyanî
Li gorî agahiyên ku çavkaniya Rûdawê dane, şirketên biyanî yên di qada petrolê de hêdî hêdî vedigerin ser karên xwe yên li Herêma Kurdistanê.
Berê ji ber rewşa şer û aloziyên li herêmê, wan şirketên biyanî karên xwe rawestandibûn.
Şandina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ya bi rêya boriyan a ber bi Bendera Ceyhanê ve, Adara 2023yan piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê rawestiyabû.
Şandina petrolê piştî peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û şirketên petrolê 27ê Îlona 2025an careke din dest pê kiribû.



