Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro careke din bi awayekî berbiçav bilind bû û bêhêvîbûna ji bo vekirina Tengava Hurmizê sedeme sereke ya vê rewşê ye.
Bihayê petrola xav di nava hefteyekê de bi rêjeya nêzîkî ji sedî 10an bilind bûye.
Tiştê ku rewş xerabtir kir, daxuyaniya roja duşemê ya Donald Trump bû.
Trump got ku ew dê di çarçoveya her dan û standineke aştiyê de, ji Îranê tezmînata şer bixwaze. ,
Wî ev yek wekî baca wan êriş û kuştinan bi nav kir ku bi gotina wî bi dehan sal in Tehran piştgiriyê dide wan an jî wan pêk tîne.
Ev gotinên Serokê Amerîkayê, ji bo mercê Tehranê bersiveke rasterast bûn.
Tehranê berê ji bo çareserkirina krîzê wekî mercekî pêşwext ji Amerîkayê qerebûya şer xwestibû.
Petrol wekî çekê tê bikaranîn
Trump rojek berê jî gotibû ew dixwaze bi "aramî" nêzîkî aloziyan bibe anku li şûna êrişa leşkerî, ew pişta xwe bi fişara aborî girê dide.
Lê belê ev şerê gotinan ê di navbera wan de gihîştina peymaneke bilez gelekî dûr xistiye.
Ji ber vê yekê jî doh bihayê petrolê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 5an bilind bû û vê bihabûnê îro jî berdewam kir.
Jason Wongê ji şirketa BNZê got: "Ji ber nebûna ti nûçeya erênî ya di dan û standinên ji bo vekirina tengavê de, fişar kir ku bihayê petrolê bilind bibe."
Stratejîstê cîhanî Stephen Innes jî di wê baweriyê de ye ku her du alî dixwazin bêyî teqandina fîşekekê, bermîla petrolê wekî “çek”ê bi kar bînin.
Washington dixwaze rê li ber firotina petrola Îranê bigire, Îranê jî ew reha ku petrola hemû welatên din tê re derbas dibe xeniqandiye.
Bandora li ser bazarên pişkan
Vê bilindbûna bihayê petrolê tirsa giranbûna kel û pelan aniye rojevê.
Çavdêr li benda amarên enflasyonê yên Amerîkayê ne ku roja çarşemê werin belavkirin.
Ev amar dê bandoreke mezin li ser biryara Banka Navendî ya Amerîkayê ya ji bo bilindkirina rêjeya faîzê bikin.



