Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê ragihand ku îsal berhemê xiyaran li parêzgehê baş e.
Beşeke mezin a berhemên çandiyê ji bazarên naverast û başûrê Îraqê re tê şandin.
Wî da zanîn ku heta destpêka vê mehê, 128 hezar ton berhemên curbicur ên çandiniyê ji Dihokê ji bajarên Îraqê re hatine şandin.
Daxwazeke mezin li ser berhemên Dihokê heye
Li parêzgeha Dihokê, 7 hezar donim erd bi xiyaran hatiye çandin.
Tê pêşbînîkirin ku ev berhem bigihîje zêdetirî 45 hezar tonan.
Li bajarên naverast û başûrê Îraqê daxwazeke mezin li ser berhemên Dihokê heye.
Li gorî berpirsên çandiniyê yên Dihokê, tama berhemên wan ji yên hawirdekirî xweştir e.
Cotkar zererê nakin
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji Rûdawê re axivî û got:
"Îro kîloyek xiyar li Dihokê bi 250 heta 450 dînarî hat firotin. Eger biha bigihîje 400 dînarî û zêdetir, cotkar zererê nakin."
Ehmed Cemîl destnîşan kir ku bazara sereke ya berhemên wan bajarên naverast û başûrê Îraqê ne û wiha domand:
“Em piştgiriya cotkar û bazirganan dikin da ku berhemên xwe ji bo wan parêzgehan veguhêzin."
Li gorî agahiyên ku Ehmed Cemîl dane, heta 1ê Tîrmehê 128 hezar ton berhemên çandiniyê yên cotkarên Dihokê ji bo parêzgehên Îraqê hatine şandin.
Ji van berheman 7 hezar ton tenê xiyar bûne.
Bac li ser xiyarê biyanî hat danîn
Ji bo parastina berhemê navxwe, ji meha nîsanê heta meha çiriya paşîn bac li ser hawirdekirina xiyaran hatiye danîn.
Ji bo her kîloyekê 600 dînar bac tê wergirtin.
Vê gavê wisa kiriye ku xiyarê biyanî li bazarên Dihokê nemîne.
Rewşa şandina berheman baş e
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê da zanîn ku berê Îraqê ji bo hinartina berhemên wan astengî çêdikirin.
Lê wî diyar kir ku niha rewş gelekî baş e û berhem bi hêsanî tên şandin.
Îsal li parêzgeha Dihokê, 120 hezar donim erd bi berhemên havînî hatiye çandin.
Tê pêşbînîkirin ku tevahiya berhemê wan bigihîje zêdetirî 600 hezar tonan.


.webp&w=3840&q=75)
