Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa DANA GASê ku şirketa herî mezin a gaza xwezayî ya li Rojhilata Navîn e, amarên darayî yên nîvê ewil ê sala 2026an eşkere kirin.
Li gorî amaran, kara dawî ya şirketê bi rêjeya ji sedî 47 zêde bûye û gihîştîye 107 milyon dolarî.
Şirketê da zanîn ku ev zêdebûna karê di demekê de ye ku metirsiyên ewlehî û aloziyên herêmî yên têkildarî şerê li Îranê rasterast bandor li şiyana parzûnkirin û hilberîna gazê ya li Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî raporê, kara net a şirketê 393 milyon dirhemî (107 milyon dolarî) ye ku ev rêje li gorî nîvê ewil ê sala 2025an ku 270 milyon dirhemî (73 milyon dolarî) bû gelekî bilind bûye.
Şirketa DANA GASê ragihand:
"Beşek ji vê zêdebûnê ji ber cudahiya pîvera gazê ya salên 2018-2024an a li qada Kormorê bûye.
Di çaryeka ewil a îsal de 176 milyon dirhem (48 milyon dolar) wekî dahat hatiye hesibandin.
Heke ew nehatiba hesibandin, kara net a şirketê dê 217 milyon dirhem (59 milyon dolar) bûya."
Di çaryeka duyem a sala 2026an de kara şirketê gihîştîye 33 milyon dolarî ku ev rêje li gorî heman serdema sala 2025an ji sedî 10 zêde bûye.
Dahata giştî ya şirketê jî bi rêjeya ji sedî 51 zêde bûye û gihîştîye 258 milyon dolarî.
Sedemên sereke yên vê bipêşketinê bihabûna petrol û gazê, zêdebûna hilberîna li Misirê û zêdebûna firotina bi rêya şirketa Pearl Petroleumê ne.
Bandora aloziyan a li ser gaza Kurdistanê
Krîza ewlehî ya li herêmê û aloziyên leşkerî yên li derdora Îranê astengî li pêşîya karên parzûnkirina gazê ya li qada Kormorê çêkirin.
Ji ber vê yekê şirketê nekarî bi hemû şiyana xwe ya projeya firehkirina KM250yê gazê berhem bîne.
Tevî van astengiyan, qada Kormorê sala 2026an bi asteke rekor dest pê kir û hilberîna wê ya rojane 700 milyon sêca derbas kir lê belê aloziyên ewlehiyê bûn sedem ku carinan kar werin rawestandin.
Piştî zêdebûna aloziyên meha Tîrmehê, DANA GASê hinek tedbîrên parastinê yên demkî standin lê piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê garantî dan, kar asayî bûn.
Her wiha li gorî peymaneke salekê, dê rojane 100 milyon sêca gaz ji bo stasyona karebayê ya nû ya li Kerkûkê were şandin.
Hilberîna li Misirê kêmasiya Kurdistanê dagirt
Li gorî rapora DANA GASê, bipêşketina hilberîna li Misirê karîbû wan astengiyên li Herêma Kurdistanê hevseng bike.
Berhemanîna gazê ya li Misirê bi rêjeya ji sedî 7 zêde bû û gihîşt 13 hezar û 300 bermîlên hevwateyê petrolê yên rojane.
DANA GASê di nava van 6 mehan de li Misirê 3 bîrên nû kolane û bîreke din jî temam kiriye.
Di yek ji wan bîrên nû de 10 milyar sêca yedeka gazê hatiye dîtin ku ev ji pêşbîniyên ewil (3 milyar sêca) gelekî zêdetir e.
Şirket plan dike ku heta dawiya sala 2026an 4 bîrên din jî bikole.
Di heman demê de hikûmeta Misirê hemû deynên DANA GASê daye û heqên darayî di dema xwe de tên dayîn.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
