Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro jî zêde bû û gihîşt asta herî bilind a 7 hefteyên dawiyê.
Niha onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 266 dolaran tê firotin lê belê piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr 4 hezar û 300 dolar jî dît.
Şîrovekarê bazarên darayî yê li şirketa IGyê Tony Sycamore li ser mijarê ragihand:
"Ev zêdebûna bilez a bihayan ji ber wê geşbîniyê ye ku behsa nêzîkbûna peymaneke dîplomatîk a li Rojhilata Navîn tê kirin.
Ev yek dê fişara li ser bihayê petrolê kêm bike. Her wiha pêdiviya bankên navendî ya ji bo bilindkirina rêjeya faîzê ji holê radike ku ev jî piştgiriyeke eşkere ye ji bo zêr."
Wî şîrovekarî her wiha destnîşan kir ku eger zêr navîniya 200 rojî derbas bike, dê bihayê wî pirtir bibe û ber bi asta 5 hezar dolarî ve gavan biavêje.
Ji 28ê Sibatê ve ku şerê navbera Amerîka û Îranê dest pê kir, bihayê zêr heta niha bi rêjeya ji sedî 19 daketiye.
Sedema vê yekê jî tirsa zêdebûna enflasyonê bû ku wiha dikir bank rêjeya faîzê bilind bikin.
Bandora dolar û faîzê
Pêşbîniyên bazarê yên ji bo bilindkirina rêjeya faîza bankê ya meha îlonê ya ji aliyê Amerîkayê ve, ji sedî 67an daket ji sedî 55an.
Niha veberhêner li benda rapora derfetên kar a Amerîkayê ne ku dê roja înê were belavkirin.
Berê rapora ADPyê nîşan dabû ku bipêşketina derfetên kar a di sektora taybet a Amerîkayê de meha tîrmehê kêm bûye.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)