Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Çandiniyê Qareman Qadir got, "Nêzîkî 4 hezar û 500 ton pîvazên Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatine hinardekirin."
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, Deşta Şarezûrê û navçeya Pênciwênê yên parêzgeha Silêmaniyê wekî navendên herî mezin ên hilberîna pîvazan li Herêma Kurdistanê tên dîtin.
Tê pêşbînîkirin ku îsal berhema wê navçeyê bigihîje 50 heta 70 hezar tonî.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê Qareman Qadir îro Çarşemê ji Rûdawê re axivî.
Qareman Qadir diyar kir ku Deşta Şarezûrê û Pênciwên dawiya havînê heta destpêka payîzê (ji tebaxê heta çiriya pêşîn) berhemên xwe dixin bazarê.
Li gorî gotina wî, herî zêde pîvazên Herêma Kurdistanê li wê derê tên berhemanîn.
Nexşeya hilberînê li Herêma Kurdistanê
Li gorî zanyariyên Wezareta Çandiniyê, nexşeya hilberîna pîvazan a li deverên din ên Herêma Kurdistanê bi vî rengî ye:
• Deşta Hewlêr û Mexmûrê: Di navbera 30 hezar û 45 hezar tonî de (Tîrmeh û Tebaxê).
• Kelekçî, Şêxan û Akrê: Di navbera 20 hezar û 35 hezar tonî de.
• Îdareya Germiyan û Xaneqînê: Di navbera 5 hezar û 10 hezar tonî de (Gulan û Hezîranê).
Qareman Qadir her wiha anî zimên, "Di vê demsalê de nêzîkî 4 hezar û 500 ton pîvazên Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatine hinardekirin."
Wî destnîşan kir ku kalîteya baş a berheman û zêdebûna daxwaza navxweyî, rê ji bo hinardekirina hinek ji berheman xweş kiriye.
Li gorî Wezareta Çandiniyê, cudahiya dema gihîştina berheman a li deverên cuda, sedemeke sereke ye ku bazarên Herêma Kurdistanê di ti demsalekê de bê pîvaz nemînin.
Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Muslih Hesen, 19ê Tîrmehê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû:
"Cara yekem pîvaz bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji Tirkiyeyê re hatin hinardekirin. Berê jî pîvazên Herêma Kurdistanê ji bo welatên Kendavê hatibûn hinardekirin."
Çima Tirkiye pîvazan ji Herêma Kurdistanê dikire?
Kêmbûna hilberîna pîvazan a li Tirkiyeyê ku ji ber barana zêde ya biharê çêbûbû, rêjeya di bazarê de kêm kir.
Vê yekê di nava salekê de bihayê pîvazan nêzîkî 10 qatan bilind kir.
Li bazar û marketên Amedê jî bihayê kîloyeke pîvazan 50 lîre derbas kiriye û vê yekê bandoreke giran li berîka xelkê kiriye.
Par bihayê kîloyeke pîvazan 5 lîre bû lê îsal derketiye 50 lîreyî.
Ji ber vê yekê gelek welatî êdî li şûna kîloyê, bi serî dikirin.
Li gorî rapora Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, salane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 2,6 heta 2,7 milyon ton pîvaz tên hilberîn.
Parêzgeha Enqereyê salane 826 hezar ton pîvazan hildiberîne û di rêza yekem de ye.
Dîlok û Amed jî di hilberîna pîvazan de li Bakurê Kurdistanê li pêş in.
Salane li Dîlokê nêzîkî 46 hezar ton û li Amedê jî 35 hezar ton pîvaz tên hilbirîn.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
