Hewlêr (Rûdaw) - Îro sisê roj in ku zêr li ser hev biha dibe û onsa zêr ji 4 hezar û 140 dolarî bihurî.
Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 1,4 zêde bû û ji 4 hezar û 140 dolarî bihurî.
Di peymanên paşerojê de jî bihayê zêr ji sedî 1 zêde bû û ons nêzîkî 4 hezar û 198 dolaran bû.
Daketina bihayê dolar kir ku kirîna zêr ji bo xwediyên pereyên din hêsantir û erzantir bibe.
Pêwendiya zêr û petrolê
Daketina bihayê petrolê rîska enflasyonê kêm dike û ev yek bandorê li ser polîtîkaya Banka Navendî ya Amerîkayê ya li ser faîzê dike.
Analîstê bilind ê bazarên darayî yê li şirketa OANDA Kelvin Wong diyar kir:
“Pêwendiya navbera zêr û petrolê wekî xwe maye. Bihayê petrolê ji aliyê enflasyonê ve bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê dike.
Eger ji bo aramkirina aloziyan nexşerêyeke zelal hebe, dibe ku bihayê zêr pirtir bilind bibe."
Biryara li ser faîzê
Niha bazirgan bi rêjeya ji sedî 59 pêşbînî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna 15 û 16ê Îlonê de faîzê bilind bike. Roja berê ev pêşbînî ji sedî 67 bû.
Birêvebira Banka Federal a Philadelphiayê Anna Paulsonê ragihand ku hîn li ser polîtîkaya neqdî biryara dawî nehatiye dayîn û dibe ku di paşerojê de pêdivî bi bilindkirina faîzê hebe.
Bazar li benda rapora derfetên kar a Amerîkayê ne ku îro demjimêr 15:15an (bi dema Hewlêrê) tê belavkirin.
Her wiha roja înê jî rapora fermî ya bazara kar a meha tîrmehê tê eşkerekirin.
Analîstên şirketa şêwirmendiyê ya TD Securitiesê pêşbînî dikin ku bihayê zêr di asta niha de bimîne.
.webp&w=3840&q=75)


