Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê dema pevguhertina pereyên kevn û nû heta 20ê Tebaxa 2026an hat dirêjkirin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ev agahî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kir.
Dema guhertina pereyan hat dirêjkirin
Nûredîn Ehmed ragihand ku ji bo bersivdana daxwazên şêniyên Hisîçayê û bi hevahengiya li gel Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê, dema komkirin û guhertina diravê kevn heta 20ê Tebaxa 2026an (pêncşem) hatiye dirêjkirin.
Parêzgar bal kişand ser hewldanên ji bo çareserkirina vê dosyayê û spasiya sebir û hişyariya xelkê herêmê kir.
Spasiya tîmên li qadê kir
Nûredîn Ehmed bi rêya hesabê xwe yê Xê jî destxweşî li tîmên li qadê kir ku bi şev û roj ji bo xizmeta gel dixebitin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, ji ber boşahiya (qerebalixî) li ber navendan hinek welatî dilgiran bûn ku nikaribin di wextê xwe de pereyên xwe biguherin lê vê biryara nû barê xelkê hinekî sivik kir.

.webp&w=3840&q=75)

