Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Sûriyeyê ragihand ku beşek ji dahata peymana petrolê ya bi şirketa HKN Energyê ya Amerîkayê re ji bo avakirina binesaziya Hisîçayê û baştirkirina xizmetguzariyan tê veqetandin.
Birêvebirê Giştî yê Şirketa Petrola Sûriyeyê Yûsif Keblawî îro li qada petrolê ya Rimêlanê ya Hisîçayê li gel Birêvebirê Giştî yê HKN Energyê Mark Rollins konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.
Yûsif Keblawî ji nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê re eşkere kir ku Îdareya Sotemeniyê ya ser bi Şirketa Petrola Sûriyeyê ve hemû qadên petrolê yên li herêma Cizîrê wergirtine û wan dest bi şandina bi sedan tankerên sotemeniyê ya ji bo Hisîçayê kiriye.
Keblawî diyar kir ku peymana 25 salî sererastkirina bîrên heyî yên li qada Rimêlanê û kolana bîrên nû li xwe digire û destnîşan kir ku ev peyman dê hilberîna petrolê zêde bike û bandoreke erênî li jiyana xelkê herêmê.
Hilberîn bi teknolojiya nûjen zêde dibe
Di konferansa rojnamegeriyê de Keblawî û Mark Rollins planên xwe yên ji bo zêdekirina hilberînê bi rêya teknolojiyên nûjen parve kirin.
Her du aliyan ragihand ku armanca wan ew e ku bi projeyên sererastkirinê hilberîna rojane ya petrolê hêdî hêdî bigihînin nêzîkî 200 hezar bermîlî.
Keblawî berê ji Rûdawê re gotibû ku hilberîna niha di ser 100 hezar bermîlî re ye û ew dixwazin di paşerojê de vê hejmarê derxin ser 250 hezar bermîlî.
Ji sedî 70yê dahatê ji bo hikûmeta Sûriyeyê ye
Birêvebirê Şirketa Petrola Sûriyeyê da zanîn ku parvekirina qezencê dê di 3 qonaxan de pêk were.
Keblawî eşkere kir ku di encamê de ji sedî 70yê dahatê dê ji bo hikûmeta Sûriyeyê û ji sedî 30 jî ji bo HKN Energyê be.
Wî her wiha got ku parêzgeha Hisîçayê jî dê ji van dahatan para xwe wergire û ew çavkanî dê ji bo binesazî û xizmetguzariyan werin xerckirin.
Di civînê de her du şirketên petrolê bal kişand ser girîngiya sûdwergirtina ji pisporên Sûriyeyî û peydakirina kar a ji bo xelkê herêmê.
Her du aliyan anî zimên ku xebata ciwanên Hisîçayê ya di warê petrol û gaza xwezayî de dê piştgiriyê bide bipêşketina herêmê.
Beriya konferansa rojnamegeriyê, şandeyên Şirketa Petrola Sûriyeyê û HKN Energyê li Birêvebiriya Qadên Hisîçayê ya li Rimêlanê civiyan û li qadên petrolê lêkolînên hevbeş kirin.
Rimêlan wekî qada petrolê ya herî kevn û herî mezin tê qebûlkirin.
Bandora Tengava Hurmizê
Yûsif Keblawî behsa bihabûna sotemeniyê jî kir û diyar kir ku girtina Tengava Hurmizê petrol li cîhanê biha kiriye û vê yekê bandor li bihayê sotemeniyê yê li Sûriyeyê jî kiriye.
Hisîçayê mazûvaniya qadên girîng ên wekî Rimêlan, Siwêdiyê û Şedadê dike û wekî navenda herî giring a enerjiyê tê dîtin.
Ev qad bi salan e beşeke mezin a pêdiviyên welat ên wekî sotemenî, gaza malan û sotemeniya ji bo hilberîna elektrîkê dabîn dikin.

.webp&w=3840&q=75)
