Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro dîsa zêde bû. Sedema vê yekê dilgiraniyên li ser astengbûna veguhastina petrolê ya li Rojhilata Navîn e.
Sibeha îro bihayê bermîleke petrola brent 62 sentan zêde bû û gihişt 84,39 dolaran.
Her wiha bihayê petrola sivik a Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya ji sedî 0,7 zêde bû û gihişt 80,95 dolaran.
Divê were gotin ku doh bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 5-7an daketibû çimkî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew dê êrişên li ser Îranê bide rawestandin.
Lê belê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî gotinên Trump red kirin.
Beqayî ragihand ku ti dan û standin yan civîneke li gel Washingtonê ne di rojevê de ye.
Metirsiya li ser veguhastina petrolê
Li hêla din, Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li nêzîkî peravên Umanê êrişî keştiyeke barhilgir hatiye kirin.
Analîstê şirketên darayî Tim Waterer diyar kir ku rewşa bazaran hîn jî ne aram e.
Waterer hişyarî da û got, "Heke mûşekbaran dest pê bike yan keştiyên li Tengava Hurmizê bibin armanc, biha dê yekser pirtir bibin."
.webp&w=3840&q=75)

