Hewlêr (Rûdaw) - Veguhastina petrolê li herêma Rojhilata Navîn berdewam dike û petrol îro erzan bû.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 1,42 daket û gihîşt 89,45 dolaran.
Her wiha bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 0,66 daket û gihîşt 83,90 dolarî.
Divê were gotin ku doh bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 7,91 û petrola Teksasê bi rêjeya ji sedî 6,56 zêde bûbû.
Ev wekî yekê ji bihabûnên herî bilind ên piştî destpêkirina şerê Îranê dihat dîtin.
39 keştî di Babul Mendebê re derbas bûn
Li gorî amarên destpêkê yên deryavaniyê, roja sêşemê 39 keştiyên barhilgir di Tengava Babuş Mendebê re ber derbasî Deryaya Sor bûne.
Ev hejmar ji 19ê Tîrmehê ve hejmara herî bilind e lê di Tengava Hurmizê re tenê çend keştî derbas bûne.
Rêyên alternatîv ên petrolê
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa IGyê Tony Sycamore ragihand:
“Her çi qasî qebareya giştî ya veguhastinê kêm bûbe jî petrol bi rêyên cuda ji herêmê derdikeve.
Ev rêyên alternatîv dê bandor û guvaşên Îranê yên li ser Tengava Hurmizê kêm bikin.”
Tengava Hurmizê ji bo veguhastina petrolê rêyeke deryayî ya pir girîng e.
Berê ji pênc parên petrol û gaza cîhanê parek di wir re derbas dibû.
Ev rê piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îranê yê meha sibatê heta radeyeke mezin girtî maye.



