Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bihayê nû yê benzînê eşkere kir.
Wezaretê ji bo rêkxistina biha û kalîteya benzînê çend biryarên nû dan.
Li gorî van biryaran bihayê herî bilind ê lîtreya benzînê hat diyarkirin.
Bihayên nû yên benzînê
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku rê li ber bihabûna sotemeniyê bigire û barê welatiyan sivik bike.
Ji bo vê armancê jî bihayên nû yên benzîna normal, muhesen û superê hatin diyarkirin.
Bihayên nû bi vî rengî ne:
Benzîna normal a hikûmetê: Lîtreya wê ya ku wezaret dabîn dike bi 750 dînarî ye (0,5 dolar). Benzîna normal a bazirganî jî dê ji 850 dînarî ne bihatir be.
Benzîna muhesen (başkirî): Lîtreya vê benzînê dê ji 1000 dînarî (0,67 dolar) zêdetir nebe.
Benzîna super: Lîtreyek dê ji 1200 dînarî (0,80 dolar) ne bihatir be.
Şertê kalîteyê
Wezaretê di biryara xwe de tekez kir ku divê kalîteya her sê cureyên benzînê li gorî pîvanên Wezareta Çavlaniyên Xwezayî be.
Destwerdana hikûmetê
Hikûmeta Îraqê para sotemeniyê ya Herêma Kurdistanê kêm kiriye.
Ji ber vê yekê carnan li bazaran bihayê benzînê zêde dibe.
Ji bo ku rê li ber vê bihabûnê were girtin, hikûmet rasterast destwerdanê dike û benzînê bi 750 dînarî dixe bazarê.



