Hewlêr (Rûdaw) - Rêjeya bêkariyê li Brîtanyayê di navbera mehên adar û gulanê de di asta ji sedî 4,9an de ma.
Ofîsa Amaran a Niştimanî ya Brîtanyayê (ONS), amarên bazara kar ên ji bo sê mehên di navbera adar û gulanê de eşkere kirin.
Li gorî van amaran, di vê heyamê de bêkarî bi rêjeya ji sedî 4,9 hatiye hesabkirin.
Rêjeya bêkariyê li gorî heman heyama sala par ji sedî 0,2 zêde bûye lê li gorî sê mehên navbera sibat û nîsanê neguheriye.
"Bazara kar di rewşeke aram de ye"
Birêvebira Amaran a Aboriyê ya ONSê Liz McKeownê li ser amaran nirxandin kirin.
McKeownê diyar kir ku bazara kar wêneyekî "bi rêjeyî aram" nîşan dide.
Wê destnîşan kir ku rêjeya hêza kar, bêkarî û kesên ku tevlî çalakiyên aborî nabin di çaryeka dawî de hema bêje wekî hev mane.
Zêdebûna meaşan kêm bû
Liz McKeownê her wiha ragihand ku zêdebûna salane ya mûçeyên karmendên ku di sektora taybet de dixebitin, ji sala 2020î û vir ve (di navbera mehên adar û gulanê de) cara yekem ketiye biniya ji sedî 3yan.
Lê belê anî zimên ku zêdebûna mûçeyan a di sektora giştî de hîn jî di asteke bilind de ye.



