Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêla bihabûna sotemeniyê didome û bihayê lîtreya mazotê lîreyek û 14 quruşan hat zêdekirin.
Êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê bandor li bazarên navneteweyî kir.
Her wiha guherîna nirxê diravên biyanî û zêdekirina Baca Xerciyên Taybet (OTV) bihayên sotemeniyê bilind dikin.
Bi vê zêdekirina dawî re, lîtreya mazotê lîreyek û 14 quruşan biha bû.
Bihayên nû yên sotemeniyê
Stenbol (Aliyê Ewropayê)
Benzîn: 65,71 lîre
Mazot: 74,27 lîre
LPG: 31,19 lîre
Stenbol (Aliyê Asyayê)
Benzîn: 65,56 lîre
Mazot: 74,12 lîre
LPG: 30,59 lîre
Enqere
Benzîn: 66,68 lîre
Mazot: 75,39 lîre
LPG: 31,19 lîre
Îzmîr
Benzîn: 66,96 lîre
Mazot: 75,66 lîre
LPG: 30,99 lîre
Li Amedê sotemenî bihatir e
Bihayên sotemeniyê li Ameda Bakurê Kurdistanê li gorî bajarên Tirkiyeyê hinekî zêdetir in.
Sedema vê yekê bi giranî mesrefên zêde yên veguhastinê û dûrbûna bajêr a ji rafîneriyên sereke ye.
Amed
Benzîn: 67,85 lîre
Mazot: 76,55 lîre
LPG: 31,50 lîre



