Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê zêdetirî 40 dolarî bilind bû û gihîşt nêzîkî 4050 dolarî.
Rojên dawiyê aloziyên li herêmê derbasî qonaxeke nû bûne.
Bi taybetî jî piştî êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê û hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ragihandibû Tehran dê baca kuştina leşkerên Amerîkayê bide tir pirtir bûye.
Li aliyê din, gefa Hûsiyên Yemenê ya ji bo sepandina dorpêça deryayî ya li ser Erebistana Siûdî, dilgiraniyên li ser ewlehiya xetên veguhastina enerjiyê yên li Deryaya Sor zêdetir kirine.
Lê belê belavbûna nûçeyên li ser hewlên navbeynkariyê yên ji bo agirbesteke 10 rojî, tirsa veberhêneran ên li ser gurtirbûna yekser a şer hebekî kêm kiriye.
Tê çaverêkirin Banka Navendî ya Amerîkayê hefteya pêşiya me bicive.
Her çend tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê wekî xwe bimîne jî veberhêner li benda amajeyên wê bankê ne da ku zanibin bilindbûna bihayê enerjiyê dê çawa bandorê li ser asta enflasyonê bike.
Birêvebirê Bicihhêner ê li şirketa şêwirmendiyê ya OCBCyê ya li Singapûrê Afzal Rahman li ser mijarê got:
"Bihêzbûna nirxê dolar û bilindbûna rêjeya faîzê, li ber daxwaza veberhêneran a ji bo zêr wekî asteng dimînin."
Rahman her wiha anî zimên ku aloziyên li Kendavê dibin sedema nearamî û aloziya bihayê petrolê û enflasyonê.
Di çaryeka duyem a îsal de bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 14 daketibû.
Ev ji sala 2013an û vir ve daketina herî mezin a bihayê zêr a di çaryeka salekê de ye.



