Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi rêjeya ji sedî 3 bilind bû û bermîla petrola brent bi ser 90 dolarî ket.
Bilindbûna bihayê petrolê li gel gurtirbûna pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de hevwext e.
Bihayê petrola brentê ya Deryaya Bakur di peymanên paşerojê de 2,69 dolaran ango bi rêjeya ji sedî 3,05 bilind bû û gihîşt 90,79 dolaran. Ev jî ji 11ê Hezîranê ve asta herî bilind e.
Hefteya borî bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 15,9 bilind bûbû ku ev ji meha nîsana îsal ve bilindbûna herî mezin a heftane bû.
Petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî îro 2,19 dolaran ango ji sedî 2,65 biha bû û bermîl bi 84,68 dolaran hat firotin. Ev jî ji 12ê Hezîranê ve asta herî bilind e.
Pêşbîniyên li ser paşeroja bazarê
Analîstê Banka Barclaysê Amarpreet Singh li ser rewşê got:
“Roj û hefteyên pêşiya me dê li bin siha dorpêça dualî ya li ser Tengava Hurmizê, wêneyekî zelaltir li ser berdewamiya hinartina petrola herêmê nîşan bidin.
Bi liberçavgirtina rewşa niha, em di wê baweriyê de ne ku bazara petrolê hîn kêmkirina qebareya petrola depokirî cidî wernegiriye ku gihîştiye asta herî kêm a pênc salên dawî.”
Amarên Borseya Londonê eşkere dikin ku roja yekşemê çar keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne ku li gorî roja berê (8 keştî) kêm bûye.
Şerê li Rojhilata Navîn gurtir dibe
Şerê li Rojhilata Navîn di van çend rojên dawî de berfirehtir bûye û ev 9 şev in ku Amerîka li pey hev êrişên xwe yên li ser Îranê didomîne.
Di heman demê de Kuweyt û Behreynê ku hevalbendên Amerîkayê ne, rûbirûyî êrişên zêdetir ên Îranê bûn.
Di rojên borî de her du aliyan hatin û çûyîna keştiyan asteng kiriye.
Amerîka dibêje wê dorpêça deryayî daniye ser benderên Îranê. Îran jî dibêje ew wan keştiyan dikin armanc ku yasayên deryavaniyê yên li Tengava Hurmizê bin pê dikin.



