Hewlêr (Rûdaw) - Şîrketa Zengenanê ya li navçeya Berdereşê ya parêzgeha Dihokê 3 hezar ton pîvaz bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîlê şandin Tirkiyeyê.
Birêvebiriya Çandiniyê ya Dihokê ragihand ku ev yek nabe sedema bihabûna pîvazê ya li bazarên navxwe.
Alîkare Birêvebirê Giştî yê Çandiniya Dihokê Muslih Hesen îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
“Ev cara yekem e ku pîvaz bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji Tirkiyeyê re tê hinartin.
Berê pîvazên Herêma Kurdistanê ji welatên Kendavê re dihatin hinartin."
Hinartina berhemên çandiniyê
Li gorî gotina Muslih Hesen, berê berhemên wekî simaq, birinc , petat, hinar, hêjîr û hin berhemên din ji welatên Ewropayê re dihatin hinartin.
Li gorî amarên fermî yên Birêvebiriya Çandiniyê ya Parêzgeha Dihokê, par 289 hezar û 681 ton berhemên çandiniyê yên wê parêzgehê hatine hinartin.
Ev berhem ji derveyî welat û bajarên navîn û başûrê Îraqê re hatin şandin.
Ji wê hejmarê 36 hezar û 236 ton jî pîvaz bûne.
"Bandorê li bihayê bazarên navxweyî nake"
Muslih Hesen derbarê berhemên îsal wiha axivî:
"Berhemên din li gorî par zêde bûne lê pîvaz û petat hinekî kêm bûne.
Sedema vê jî ew e ku ew her du berhem di hewaya hişk û bêbaran de baştir digihîjin.
Hinartina pîvazan dê heta meha kanûna pêşîn bidome û ev yek dê bandorê li bihayê pîvazan ê di bazarên navxweyî de neke."
Wekî ku Muslih Hesen diyar kir, her şîrketeke ku bixwaze berhemên çandiniyê hinarde bike, dikare daxwaznameyê pêşkêş bike.
Piştî kontrolkirinê, dê molet, bawername û pêwîstiyên qanûnî yên ji bo wê şîrketê bên dabînkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide bazara derve berfirehtir bike.
Bi vî awayî deriyekî nû ji bo firotin û hinartina berhemên cotkaran vedike û dahata kerta çandiniyê zêdetir dike.



