Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Sardar Groupê Serdar Bîbanî ragihand ku ji ber pêkneanîna tam a pergala "Asycuda"yê û pirsgirêka dolar, karên wan li bazara Kurdistanê ji sedî 50 kêm bûne.
Serdar Bîbanî eşkere kir ku wan li Washingtonê bi brandeke Amerîkayê re ji bo hemû Îraqê peymaneke nû îmze kiriye.
Sardar Bîbanî bi şandeya 32 bazirganên Îraqî û Kurd re li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî çûbû Amerîkayê û beşdarî bultena aborî ya Rûdawê bû.
Bîbanî diyar kir ku li Washingtonê di navbera şirketên Îraqî û Amerîkayê de 48 peyman hatine îmzekirin.
Peymana bi Polarisê re
Serdar Bîbanî eşkere kir ku wî li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê, bi şirketa Polarisê re "Peymana Belavkirinê" (Distribution Agreement) ji bo hemû bazara Îraqê îmze kiriye.
Ev şirket bi taybetî otomobîl û motorsîkletên ATV ji bo cihên “Off-road” hildiberîne ku di qadên petrol, çandinî û leşkerî de tên bikaranîn.
Bîbanî li ser vê mijarê got, "Berê karên me tenê ji bo Kurdistanê bûn lê niha em li hemû bajarên Îraqê bi pêş dixin û li ser dixebitin."
Kêmbûna karên li Kurdistanê
Serdar Bîbanî li ser rewşa bazara navxwe ya welêt dilgiraniya xwe anî zimên û got:
"Sala borî qebareya karên me gihîşt 3 milyar dolaran û ji sedî 70yî wê bi rêya bazara Kurdistanê bû lê sala 2026an karên me li Kurdistanê ji sedî 50 kêm bûne."
Serdar Bîbanî diyar kir ku sedema sereke ya vê bipaşketinê pirsgirêkên bankan, darayî û pergala "Asycuda"yê ne û got:
"Li Kurdistanê em nikarin dolar bi bihayê fermî (1320 dînar) ji Banka Navendî wergirin û em neçar in ji bazarê bi 1530 dînarî bikirin lê li Bexdayê dolarê fermî bi dest dikeve."
Amarên firotina otomobîlan
Sardar Bîbanî amarên şeş mehên pêşî yên îsal parve kirin û ragihand ku wan heta niha 12 hezar otomobîl firotine ku bihayê wan nêzîkî milyarek dolarî ye.
Lê divê were gotin plana wan ji bo vê demê firotina 25 hezar otomobîlan bû.
Bîbanî li ser otomobîlên biha (Luxury) yên wekî Range Rover, Land Rover û Lexus, destnîşan kir ku ev ji sedî 30-35ê hemû karên wan pêk tînin.
Wî eşkere kir ku salane bi bihayê zêdetirî milyarek dolarî otomobîlên biha bi rêya tîma wan dikevin bazarên Îraq û Herêma Kurdistanê.


