Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bihayê sotemeniyê bilind bû.
Li gorî lîsteya nû ya ku îro ket meriyetê, bihayê lîtreya mazotê û cureyên din ên sotemeniyê zêde bû.
Çend xwediyên stasyonên sotemeniyê yên li Qamişloyê ji Rûdawê re piştrast kir ku wan lîsteya nû ya bihayan a ku ji aliyê birêvebiriya "Sadcop"ê ve hatiye derxistin wergirtiye.
Wan diyar kir ku firotinê ji îro ve li gorî van bihayên nû dest pê kiriye.
Bihayên nû
Li gorî lîsteya nû, bihayên mazot û benzînê bi vî awayî ne:
Lîtreya mazotê: Ji 10 hezar û 700 lîreyên Sûrî derket 12 hezar lîreyan.
Lîtreya benzîna Oktan 95: Ji 13 hezar lîreyên Sûrî derket 14 hezar û 500 lîreyan.
Lîtreya benzîna Oktan 90: Ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî derket 14 hezar lîreyan.
.jpg&w=3840&q=75)


