Hewlêr (Rûdaw) - Îro jî bihayê dolar li beramberî tumenê Îranê wekî doh ber bi bilindbûnê ve çû.
Bihayê dolar doh 5 hezar û 500 tumenî zêde bûbû û gihîştibû 188 hezar û 900 tumenî, îro 100 tumenên din jî bilind bû û niha bi 189 hezar tumenan tê kirîn û firotin.
Di 24 demjimêrên dawî de bihayê herî bilind ê dolar 189 hezar tumen û yê herî nizm jî 183 hezar û 400 tumen bûye.
Bihayê niha yê dolar li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 3,82 û di 6 mehên dawî de jî nêzîkî ji sedî 29,90 bilind bûye.
Bandora dorpêça Amerîkayê
Destpêkirina fermî ya dorpêça deryayî ya li ser Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve û gurtirbûna aloziyan, xwesteka parastina darayî zêde kir û dolar gihand asta 189 hezar tumenan.
Pêşbîniyên pisporan
Pispor di wê baweriyê de ne ku eger aloziyên leşkerî berdewam bikin, egera mana dolar a di ser asta 189 hezar tumenan de heye.
Lê belê her sînyala erênî ya dîplomatîk dê bibe sedema daketina bihayê dolar a li beramberî tumen.



.jpg&w=3840&q=75)