Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro jî wekî sisê rojên borî biha bû.
Ev bihabûn piştî pêleke nû ya êrişên Amerîkayê yên li ser tesîsên leşkerî yên Îranê hat ku bû sedema zêdebûna metirsiyên derketina şerekî giştî û qutbûna dabînkirina enerjiyê ya li Tengava Hurmizê.
Dorpêça deryayî û gefên Îranê
Amerîkayê roja çarşemê, piştî sepandina ducare ya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê, êrişî pêgehên mûşekan ên Îranê kir.
Îranê jî gefên zêdetir li ser tesîsên enerjiyê yên herêmê xwarin û ragihand ku ew li gel Amerîkayê di "şerekî man û nemanê" de ne.
Bihayê petrola brent 33 sentan ango ji sedî 0,04 bilind bû û bermîl gihîşt 85,28 dolaran.
Di heman demê de bihayê petrola sivik a Teksasê 42 sentan, ango ji sedî 0,5 bilind bû û bermîl gihîşt 80,02 dolaran.
Her du cureyên petrolê roja çarşemê nêzîkî ji sedî 0,3 bilind bûbûn û nêzîkî asta herî bilind a meha borî bûn.
"Daxwaza kirîna petrolê zêde bû"
Analîstê pilebilind ê şirketa Nissan Securities Investmentê Hiroyuki Kikukawa li ser rewşê got:
"Li gel serhildana ducare ya aloziyan a li Rojhilata Navîn, daxwaza ji bo kirîna petrolê bilind bûye.
Her çend hewldanên navbeynkariyê yên welatên cîran berdewam bikin û raya giştî wisa ye ku şerekî giştî dûr e jî li gorî gurbûna şer, dibe ku bihayê petrola Teksasê bigihe 80-87 dolaran."
Agirbesta hezîranê têk çû
Aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de hefteya borî ducare serî hilda û vê yekê agirbesta lerzok a meha Hezîranê têk bir ku piştî şerekî dijwar pêk hatibû.
Pispor dibêjin, Îranê amaje bi wê yekê kiriye ku dibe hevalbendên xwe yên Hûsî yên li Yemenê ji bo girtina deriyê Babûlmendebê yê li Deryaya Sor bi kar bîne.
Ev yek dê bibe sedema vekirina eniyeke nû ya li dijî Washingtonê û du şahdemarên herî girîng ên enerjiyê yên cîhanê dixe metirsiyê.
Pêşbîniyên Goldman Sachsê
Banka Goldman Sachsê ragihand ku eger hinartina petrolê ya ji Kendavê ducare raweste, dibe ku bihayê petrola brent di çaryeka çarem de ji 110 dolaran derbas bibe.
Lê belê eger alozî kêm bibin û hilberîn ji ya ku tê pêşbînîkirin zûtir asayî bibe, dibe ku heta dawiya salê bihayê wê dakeve asta 60 dolarî.



.jpg&w=3840&q=75)