Stenbol (Rûdaw) - Bipêşketinên siyasî û aborî yên ku bandora wan li tevahiya cîhanê heye, vê carê bazara zêr jî serobin kir.
Zêrê ku heta berî demeke kurt daxwazeke zêde li ser hebû û bihayê wî her bilind dibû, ji nişkê ve qîmetê xwe ji dest da.
Niha asta daketinê ji bo bazarê bûye cihê fikar û endîşeyan.
Bazara Sergirtî ya Stenbolê ku navenda zêrîngeriyê ye, berê geş bû lê niha rûyê zêrîngeran tirş e û dilgiraniya wan ji her kuçeya bazarê diyar dibe.
Panîk li Bazara Sergirtî
Ew dengedeng û qîreqîra li Bazara Sergirtî nîşana panîk û dilgiraniya zêrîngeran a li hemberî bihayê zêr e.
Daketina bihayê zêr hesabên her kesî serobino kirin.
Ew aktorên ku berî demeke kurt bangî xelkê dikir û digot “zêr bistînin dê pir biha bibe” niha dibêjin ku wan di vê pêşbîniyê de xeletî kiriye.
Wisa lê hatiye ku ew kesên ku guh dabû wan, niha silavê jî li wan nakin.
“Niha silavê li min nakin”
Serokê Jûra Zêrîngeran a Colemêrgê Sabahattîn Baş sûc xiste stûyê Trump û got:
“Trump mirovekî bêserûber e, axaftinên nebaş dike û bihayê zêr bilind dike. FEDê jî faîz rakirin û bihayê zêr daket.
Mişteriyên me yên ku zêr ji me kirî, wele niha silavê li min nakin.”
Amarên nû û bihayê gramê
Li gorî amarên berdest, bihayê zêr gihîşt asta herî nizm a 7 mehên dawî.
Biryarên Banka Navendî ya Amerîkayê (FED), pêvajoya aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de û enflasyon bûn sedem ku onsa zêr di nava mehekê de ji 8 hezar lîreyan dakeve biniya 6 hezar lîreyan.
Gramê zêr berî mehekê 6 hezar û 700 lîre bû lê niha bûye 6 hezar û 100 lîre. Bazar ji vê rewşê dilgiran e lê yên ku berê zêr deyn kirine kêfxweş in.
Welatiyê bi navê Abdulkadîr Coşkun got:
“Me xaniyek kirîbû, ji ber wê me zêr deyn kiribû. Me gelek deyn kiribû. Niha qezenca me nêzîkî du hezar lîreyan e ji ber ku erzan bûye.”
Zerer gihîşt zêrîngeran
Ne tenê zêr, bihayê zîv jî bi rêjeya ji sedî 0,9 kêm bû. Li gorî zêrîngeran, nezelaliya li bazarê hîn jî didome.
Zêrînger Apo Kaya jî bi vî rengî axivî:
“Zerera me wiha çêdibe. Dema em zêr bifiroşin lê şûna wî tije nekin, dibe zerer.
Wekî mînak, me bi 180 hezar dolarî zêr kiribû, ew zêr niha di destê me de bûye 150 hezar dolar. Ev her dibe zerer, ma çawa zerer çênabe.”
Bi giştî jidestdana qîmetê zêr di nava mehekê de gihîşt ji sedî 12an.
Ev daketin ji meha Çiriya Pêşîn a sala 2008an û vir ve ya herî zêde ye.
Zêrê ku heta doh wekî "stargeha herî ewle" dihat nîşandan, îro bûye wekî keştiyeke li ser pêlan.


