Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê li bazarên cîhanê bi awayekî berbiçav daket.
Sedema vê yekê vedigere gavên berbiçav ên dan û standinên nerasterast ên di navbera Washington û Taranê de ku tirsa qutbûna veguhastina petrolê ya li navçeya Kendavê kêm kiriye.
Vê sibehê, bihayê bermîla petrola xav a brent ji sedî 1,12 daket û bermîla wê bi 70 dolar û 77 sentî hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî ji sedî 1,33 daket û bermîla wî bû 67,67 dolar.
Daketina herî mezin a ji sala 2020î ve
Li gorî amarên bazarê, bihayê petrola brent di çaryeka duyem a îsal de bi rêjeya ji sedî 40 daketiye.
Ev jî ji sala 2020î ve daketina herî mezin a bihayê petrolê ye di asta çaryekan de.
Daketina bihayan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, dan û standinên bi Îranê re "bi başî" didomin.
Dan û standinên nerasterast ên di navbera her du welatan de roja sêşemê li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kir.
Di wan dan û standinan de Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner, bi awayekî nerasterast bi berpirsên Îranê re civiyan.
Baweriya bi ewlehiya Tengava Hurmizê
Hilberîner wisa difikirin ku asayîbûna pêwendiyên di navbera Washington û Taranê de, dê bibe derfeta aramkirina aloziyan û vebûna tam a Tengava Hurmizê ya ji bo hatûçûna keştiyên petrolê.
Şîrketa şêwirmendiyê IGyê li ser vê yekê got, "Bazar li hemberî asayîbûna veguhastina deryayî gelekî geşbîn e."
Şîrketê destnîşan kir ku ev yek sedema sereke ya daketina bihayê petrolê ye di vê çaryekê de ku ji sala 2020î ve mînaka wê tunebûye.
Di heman demê de Banka INGyê ya Holendayê jî diyar kir ku tenê roja sêşemê 11 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Her çend ev hejmar ji ya navîniya hefteya borî kêmtir be jî, bankeyê got, "Keştî niha ber bi navxweyê Kendavê ve diçin.
Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku şîrketên keştîvaniyê baweriyê bi rewşa Tengava Hurmizê tînin."



