Hewlêr (Rûdaw) - Nîşanên xerabbûna şert û mercên jiyanê li Sûriyeyê didomin.
Di heman demê de valahiya di navbera meaşan û lêçûnên jiyanê de her ku diçe firehtir bibe.
Pisporên aboriyê destnîşan dikin ku welat hîn negihîştiye qonaxa vejîna rastîn a aborî.
Sedemên vê yekê giranbûna vegerandina çalakiya hilberînê, bilindbûna lêçûnên hilberînê û nebûna planeke aborî ya berfireh a ji bo çareserkirina krîzê ne.
Di vê rewşê de bihayên kel û pelan her ku diçe bilind dibin û hêza kirînê ya welatiyan jî her ku diçe lawaztir dibe.
Pisporê aborî û lêkolerê kar û barên enerjiyê Dr. Ziyad Erebş ku mamosteyê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Şamê ye, diyar dike ku xerabûna şert û mercên jiyanê û kêmbûna hêza kirînê ya welatiyên Sûriyeyê encama têkelbûna faktorên navxweyî û derveyî ye.
Ziyad Erebş dibêje ku aboriya Sûriyeyê heta niha negihîştiye qonaxa başbûn û vejîna rastîn.
Erebş di axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de got, "Dîmena aborî ya Sûriyeyê hîn jî ji ber tevlîhebûna faktorên navxweyî û derveyî pir aloz e."
Wî destnîşan kir ku piştî azadkirina bazirganiya derve, bazar bi kel û pelên ji welatên cîran hatine dagirtin, lê çalakiya aborî bi awayekî rastîn dest pê nekiriye.
Erebû diyar kir ku di heman demê de vegerandina bazarên hinartinê yên berê yên Sûriyeyê jî gelekî dijwar bûye.
Lêçûnên bilind ên hilberînê û hêza kirînê ya lawaz
Erebş destnîşan kir ku piştî bilindkirina bihayê elektrîkê, lêçûnên hilberînê û yên madeyên xam zêde bûne û vê yekê jî rê li ber kêmkirina hêza kirînê ya welatiyan vekir.
Wî diyar kir ku zêdekirina meaşan û alîkariyên hikûmetê bes nebûye da ku krîza aborî were çareserkirin.
Erebş her wiha diyar kir ku sektora enerjiyê hîn jî hewceyî demeke dirêj e da ku vegere asta hilberîna xwe ya berê.
"Vejîna sektora enerjiyê dem dixwaze"
Li aliyê din, Dr. Ziyad Erebş li ser hilberîna petrol û gazê jî got, "Ji bo dîsa xebitandina bîrên petrolê herî kêm salek an sal û nîvek pêwîst e, lê bilindkirina hilberîna gazê herî kêm du salan dixwaze."
Li gorî wî, tenê piştî zêdebûna hilberînê dê fatûreya hawirdekirina petrol û berhemên wê kêm bibe û Sûriye bikaribe ji hinartina petrol û fosfatê dahatê bi dest bixe.
Erebş her wiha rexne li nebûna planeke aborî ya zelal girt û got:
"Ya ku îro hewce ye planeke aborî ya yekgirtî ye ku piştgiriya hilberîna navxweyî bike.
Ev ne tenê ji bo dabînkirina şertên jiyanê ye lê di heman demê de ji bo bihêzkirina aştiya civakî ye."
Ziyad Erebş derbarê siyaseta diravî de jî got ku başbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê ya di du hefteyên dawî de, nîşana başbûneke rastîn a aborî nake.
Li gorî wî, "Ti nîşanên aborî tunin ku vê başbûnê şirove bikin, ji bilî hin gavên ku hikûmetê avêtine."
Erebş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya destpêkirina pêvajoyeke rastîn a vejîna aborî da ku hilberîn zindî bibe, derfetên kar werin afirandin û şertên jiyanê ji bo welatiyan werin dabînkirin.
Wî her wiha girîngî da tevlîkirina hemû komên lawaz ên civakê, di nav wan de penaberên vegeriyayî jî, di pêvajoya bipêşveçûnê de da ku aramiya civakî û aborî were parastin.
Nîşandera Qasiyûnê û lêçûnên jiyanê li Sûriyeyê
Di vê çarçoveyê de, Nîşandera Qasiyûnê ya Lêçûnên Jiyanê ya ku ji aliyê rojnameya heftane ya Qasiyûnê ya li Şamê ve tê belavkirin, nîşan dide ku navîniya lêçûnên jiyana malbateke pênc kesî di nîvê yekem ê 2026an de gihîştiye 12 milyon û 780 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Di heman demê de asta herî kêm a pêwîst ji bo jiyanê gihîştiye 7 milyon û 990 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Lêkolînê her wiha diyar kir ku meaşê herî kêm ê fermî ku niha 1 milyon û 256 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, tenê dikare lêçûnên nêzîkî sê rojan ên hewcedariyên malbatekê dabîn bike.
Ev meaş li gorî asta herî kêm a jiyanê jî ji pênc rojan kêmtir e. Ev yek mezinbûna valahiya di navbera meaşan û lêçûnên jiyanê de nîşan dide.
Li gorî vê rêbazê, nîşander hesabên xwe li ser bingeha sepeta xwarinê ava dike.
Ew sepet ji bo her kesekî rojane nêzîkî 2400 kaloriyan dabîn dike. Xwarin nêzîkî ji sedî 60î yê hemû lêçûnên jiyanê pêk tîne.
Ji sedî 40ê mayî jî ji bo hewcedariyên bingehîn ên din ên wekî xanî, veguhastin, perwerde, tenduristî, cil û berg û pêwendiyê tê hesabkirin.
Li gorî amarên nîşanderê, di çaryeka duyem a salê de navîniya lêçûnên jiyanê bi nêzîkî ji sedî 2,2yan zêde bûye.
Ev zêdebûn bi taybetî ji ber bilindbûna bihayên gelek kel û pelên bingehîn ên wekî nan, birinc, fêkî û şîrînahiyan û her wiha ji ber zêdebûna lêçûnên xanî, veguhastin, perwerde û tenduristiyê çêbûye.
Di heman demê de bihayên hin kel û pelan ên wekî goşt, hêk û sebzeyên demsalî hinekî kêm bûne.
"Valahiya di navbera meaşan û lêçûnên jiyanê de berfirehtir dibe"
Pisporê aborî Beşîr Hesenê ji bajarê Qamişloyê di nirxandina encamên Nîşandera Qasiyûnê de ji Rûdawê re got ku valahiya di navbera dahatên welatiyan û hewcedariyên rojane de gihîştiye asteke herî bilind ku heta niha nehatiye dîtin.
Hesen got, "Di navbera meaşên karmendan û lêçûnên jiyana rojane de valahiyeke pir mezin heye.
Meaşên li gorî fermaneke serokatiyê 1 milyon û 256 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.
Lê lêçûnên herî kêm ên jiyana malbatekê nêzîkî 9 milyon lîreyan e.
Ji bo ku malbatek jiyaneke normal derbas bike, ew hewceyî nêzîkî 14 milyon lîreyên Sûriyeyê ye."
Hesen pirsî, "Meaşê mehane herî zêde têra hefteyekê dike. Gelo 25 rojên mayî dê çawa werin derbas kirin? Divê hikûmeta demkî bersiva vê pirsê bide."
Xelk li dijî bihabûnan xwenîşandanan dikin
Ji ber giraniya şert û mercên jiyanê, di van demên dawî de li Qamişloyê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê xwenîşandan û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Beşdarên van çalakiyan daxwaza başkirina şertên aborî û xizmetguzariyê kir.
Xwenîşanderan pankart hildan û bangî kêmkirina bihayên kel û pelên bingehîn, bilindkirina hêza kirînê ya welatiyan û başkirina xizmetên giştî (bi taybetî sektorên elektrîk û avê) kir.
Wan diyar kir ku xerabûna şertên jiyanê bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ku malbatên Sûriyeyê îro pê re rûbirû ne.



