Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Birêvebiriya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salan e behsa lêçûna pêvajoya şer tê kirin lê qezenca ku dê aştî bi xwe re bîne nayê nîqaşkirin.
Mehmet Kaya her wiha got, “Eger şer biqede dê Tirkiye çawa bipêşketineke aborî bi dest bixe û dê herêm çawa bi pêş bikeve divê em van ji civakê re vebêjin.”
Serokê Yekîtiya Jûran a Herêma Kurdistanê û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî diyar kir ku aboriya Herêma Kurdistanê di salên dawî de guherîneke girîng derbas kiriye.
Geylan Hacî Seîd got, "Di vê pêvajoyê de pêdivî bi hevkarî û yekbûna hêzan heye.
Em cîhana karsaziyê ya Tirkiyeyê vedixwînin ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin."
Civîna Enstîtuya Bipêşketina Demokratîk (DPI) ya bi navê "Rengvedanên Aborî yên Aştiya Mayînde" li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê pêk hat.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Konseya Karsazên Amedê Mustafa Vural, Serokê Yekîtiya Jûran a Herêma Kurdistanê û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd, Serokê Jûra Bazirganiyê ya Silêmaniyê Newzad Xefûr Kerîm, serokên odeyên bazirganiyê yên Dihok û Helebceyê û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim beşdarî civînê bûn.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya di civînê de axivî û anî zimên ku pêvajoya şer a ku nêzî 50 sal in didome berdêlên giran ên aborî bi welêt daye û diyar kir ku êdî pêdivî bi nêrîneke nû heye.
Kaya got, "Li vî welatî em qala lêçûna pêvajoya şer dikin lê em behsa sûda aştiyê nakin.
Lê eger şer biqede dê Tirkiye çawa gaveke mezin a aborî biavêje, dê herêm çawa geş bibe û dê refaha welêt çawa zêde bibe divê em van ji civakê re ragihînin.
Em bi salan e bi tenê ji bo avakirina vê hişmendiyê dixebitin."
"Aştî sûdê digihîne cotkarê li Manîsayê jî"
Kaya destnîşan kir ku aştî ne bi tenê mijareke ku eleqedarî gelê herêmê ye û bal kişand ser wê yekê ku welatiyên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn jî barê aborî yê pêvajoya şer dikişînin.
Kaya ragihand, "Divê em bidin fêmkirin ku bihabûna mazota cotkarekî li Egeyê jî yekser bi vê pêvajoyê re girêdayî ye.
Dema mirov bibînin ku şerê li herêmê mesrefa jiyana wan bi xwe zêde dike, dê gelekî zêde xwedî li aştiyê derkevin.
Aştî ne tenê di berjewendiya Amed, Cizîr an jî Şirnexê de ye, di heman demê de sûdê digihîne hilberînerê li Îzmîrê û cotkarê li Manîsayê jî."
Kaya diyar kir ku di raporên derbarê lêçûna pêvajoya şer de tê texmînkirin ku ziyan di navbera 2 û 4 trilyon dolarî de ye û destnîşan kir ku ev hejmar ji bo aboriya Tirkiyeyê xwedî qebareyeke dîrokî ye.
"Di bazirganiya bi cîranan re divê aborî derkeve pêş"
Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser bazirganiya sînor jî û diyar kir ku Tirkiye têkiliyên xwe yên aborî yên bi cîranên xwe re di bin siya polîtîkayên ewlehiyê de dimeşîne û got:
"Em hîn jî ne ji pencereya aboriyê, ji pencereya ewlehiyê li cîranên xwe yên başûr dinêrin.
Lê belê li cîhanê welatên bipêşketî pêşî bazirganiyê bi pêş dixin, yekbûna aborî pêk tînin û pişt re hevkariyên siyasî xurt dikin."
Kaya bal kişand ser bipaşveçûna li bazara Îraqê û destnîşan kir ku Tirkiye 2014an hevkarê bazirganiyê yê herî mezin ê Îraqê bû lê îro daketiye rêza sêyem û wiha anî zimên:
"Îmarat û Çîn, li bazarên Îraqê yên wekî avahîsazî, xwirek û metalê ku em tê de herî xurt in, bi lez serdestiyê dikin.
Pirsgirêk ne bihêzbûna kesên din e, pirsgirêk ew e ku em nikarin polîtîkayên ku xwedî li bazara me derkevin bi pêş bixin."
"Astengiya herî mezin a li pêşiya herêmê şer e"
Serokê DTSOyê Kaya diyar kir ku her çi qasî Herêma Başûrrojhilat (Bakurê Kurdistanê) di warê çandinî, pîşesazî û bazirganiyê de xwedî potansiyeleke mezin be jî ji ber polîtîkayên ewlehiyê veberhênan bi temamî nayên bicihanîn.
Kayayê ku rawestandina projeyên avdanê yên di çarçoveya GAPê de wekî mînak nîşan da, anî zimên ku yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya bipêşketina aborî ya herêmê, rewşa şer a ku bi salên dirêj didome ye.
Kaya got, "Veberhênanên enerjiyê tên temamkirin lê projeyên avdanê bi salan tên rawestandin.
Sûda rasteqîn a veberhênanekê tenê dema ku vediguhere hilberînê derdikeve holê.
Sedema herî girîng a paşvemayîna herêmê ya ji aliyê aborî ve, şer û polîtîkayên ewlehiyê ne ku 50 sal in didomin."
Kaya di axaftina xwe de pêvajoya çareseriyê jî nirxand û diyar kir ku gavên demokratîk ên ku werin avêtin dê pêşiya veguherîna aboriyê jî vekin.
Kaya anî zimên ku gavên demokratîk ên ku werin avêtin dê ne tenê aştiya civakî xurt bikin, her wiha dê pêşiya veberhênan, bazirganî, hinartin û hilberînê jî vekin û diyar kir ku aştî, veberhênana herî mezin a ji bo pêşeroja aboriya Tirkiyeyê ye.
“Karê me yê pêşîn pêkanîna aştiya mayînde ye”
Serokê Yekîtiya Jûran a Herêma Kurdistanê û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî diyar kir ku divê hevkariya aborî ya bi Tirkiyeyê re were xurtkirin û cîhana karsaziyê vexwend ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
Seîd bal kişand ser girîngiya bipêşxistina têkiliyên aborî yên bi Tirkiyeyê re û got:
"Em armanc dikin ku di warê aborî û bazirganiyê de bi hev re tevbigerin.
Sala 2013an asta bazirganiyê ya herî mezin a hikûmeta Îraqê bi Tirkiyeyê re bû û Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîlê xala derbasbûnê ya sereke ya vê bazirganiyê bû.
Lê belê îro em li gorî 10 sal berê di xaleke pir cuda de ne. Êdî pêwîst e em gavên mayîndetir biavêjin."
“Em cîhana karsaziyê ya Tirkiyeyê vedixwînin Kurdistanê”
Seîd diyar kir ku aboriya Herêma Kurdistanê di salên dawî de guherîneke girîng derbas kiriye û destnîşan kir ku sîstema ku di demên borî de bi giranî bi derve ve girêdayî bû guheriye û got:
"Di vê pêvajoyê de pêdivî bi hevkarî û yekbûna hêzan heye. Em cîhana karsaziyê ya Tirkiyeyê vedixwînin ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin."
Di dawiya axaftina xwe de Seîd tekez kir ku aştiya mayînde şertê sereke yê pêşketina aborî ye û got:
"Karê me yê pêşîn pêkanîna aştiya mayînde ye. Em dixwazin ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe."
Seîd di dawiyê de anî zimên ku ew wekî herêm amade ne berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bi cih bînin.



