Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump par ji hewlên xwe yên pereyên krîpto nêzîkî 1,2 milyar dolarî dahat bi dest xistiye.
Li gorî rapora darayî ya salane ya Ofîsa Etîk a Hikûmeta Amerîkayê ya ku ji 927 rûpelan pêk tê, dahata Trump a ji hewlên nû yên krîptoyê, ji dahata wî ya milk û malan bihuriye ku bi dehan salan e kom kiriye.
Dahata World Liberty Financial û CIC Digital LLC
Di raporê de hat diyarkirin ku şirketa krîptoyê ya Trump a bi navê "World Liberty Financial" ji firotina berhemên nû yên wekî "tokena birêvebirinê" zêdetirî 500 milyon dolarî dahat peyda kiriye.
Her wiha hat ragihandin ku karsaziya din a Trump a bi navê "CIC Digital LLC" jî ji firotina "meme coin"ên ku wêneya rûyê wî li ser e, zêdetirî 600 milyon dolarî bi dest xistiye.
Veberhêneran zerereke mezin dît
Li aliyê din, di raporê de hat eşkerekirin ku dema şirketên Trump bi milyar dolaran dahat bi dest dixist, veberhênerên ku ev pereyên krîpto kirîbûn rûbirûyî zerereke mezin bûne.
Li gorî amaran, tokenên World Libertyê ji meha îlonê û vir ve ji sedî 80yê nirxê xwe ji dest daye.
Her wiha “meme coin”ên bi navê Trump ên ku Kanûna Paşîn a 2025an gava derketibûn bazarê gihîştibûn ser 74 dolaran, niha heta bi 1,68 dolaran daketine.


