Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku Îran naxwaze bi rayedarên Amerîkayê re rasterast bicive, bihayê petrolê îro bilind bû.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 33 sentan an jî bi rêjeya ji sedî 0,45 bilind bû û gihîşt 73,28 dolaran.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî 34 sentan an jî bi rêjeya ji sedî 0,49 bilind bû û gihîşt 69,84 dolaran.
Rewşa Tengava Hurmizê
Damezirînera şirketa Vanda Insightsê Vandana Hari li ser vê mijarê daxuyanî da û got:
"Tengava Hurmizê hatiye vekirin lê vekirina wê dem bi dem e. Ne diyar e ka dê heta kengî vekirî bimîne û ka dê wilo bimîne yan na."
Analîst destnîşan dikin ku bazara petrolê niha li benda encama dan û standinên navbera Amerîka û Îranê ye.
Civînên li Dohayê
Zavayê Donald Trump Jared Kushner û Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff ji bo hevdîtinên asta bilind gihîştine Dohayê.
Lê belê Îran û Qeterê ragihandiye ku şande bi rêya navbeynkaran dicivin û hevdîtineke rasterast nîne.
Daketina dîrokî ya bihayan
Di navbera çaryeka yekem û duyem a îsal de, bihayê petrola brentê bi qasî 45 dolarî daketiye.
Ev ji krîza darayî ya sala 2008an û vir ve daketina herî mezin a di çaryekekê de ye.
Di heman demê de bihayê petrola WTI jî 31 dolaran kêm bûye.
Ev erzanbûn jî ji sala 2020î û vir ve, anku ji dema pandemiya Koronayê û vir ve kembûna herî mezin a çaryekî ye.
Daxuyaniya JD Vance ya li ser bacê
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku ew dê rê nedin Îran li Tengava Hurmizê bacê bistîne û got:
"Dê ev mijar bi wê yekê bi dawî nebe ku Îranî ji wan keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin bacê bistînin."
Amarên keştivaniyê nîşan didin ku hejmara keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin nêzîkî asta berî şer bûye.


