Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUÎKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêkariya ciwanan zêde bû.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên hêza kar ên gulana 2026an belav kirin.
Li gorî amarên TUÎKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariya giştî gihîşt ji sedî 31ê.
Li gorî amaran, rêjeya bêkariya ku ji bandorên demsalî hatiye paqijkirin neguherî û ev rêje di asta ji sedî 8,2yan de ma.
Hejmara bêkaran 9 hezar kes zêde bû û gihîşt 2 milyon û 883 hezar kesan.
Hejmara kesên xwedî kar jî 285 hezar kes zêde bû.
Bi vê zêdebûnê re, hejmara wan gihîşt 32 milyon û 463 hezar kesan.
Rêjeya beşdariya hêza kar jî 0,4 zêde bû û derket ji sedî 52,8an.
Bêkariya di nav ciwanan de derket ji sedî 14,8an.
Rêjeya bêkariya giştî jî gihîşt ji sedî 31ê.
Her çi qasî hejmara bêkaran zêde bûbe jî, di warê karkirin û beşdariya hêza kar de zêdebûnek çêbû.
Lê tevî vê yekê, rêjeya bêkariya ciwanan û hêza kar a betal bilind bû.
Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a Malbatan, gulana îsal hejmara bêkarên 15 salî û mezintir li gorî meha berê 9 hezar kes zêde bû.
Hejmara kesên xwedî kar
Gulana îsal hejmara kesên xwedî kar li gorî meha berê 285 hezar kes zêde bû û derket 32 milyon û 463 hezar kean.
Rêjeya xwedîkarbûnê jî 0,4 xalan zêde bû û derket ji sedî 48,5an.
Ev rêje di nav mêran de ji sedî 66,1 e û di nav jinan de jî ji sedî 31,4 e.
Di heman heyamê de hêza kar jî 293 hezar kes zêde bû û gihîşt 35 milyon û 345 hezar kesan.
Rêjeya beşdariya hêza kar derket ji sedî 52,8an.
Ev rêje di nav mêran de ji sedî 71 e û di nav jinan de jî ji sedî 35 e.
Hejmara kesên ku ne di nav hêza kar de ne jî 233 hezar kes kêm bû û daket 31 milyon û 575 hezar kesan.
Bêkariya ciwanan zêde bû
Rêjeya bêkariya ciwanên 15-24 salî li gorî meha nîsanê ji sedî 0,4 zêde bû.
Bi vê zêdebûnê re rêjeya bêkariya ciwanan gihîşt ji sedî 14,8an.
Ev rêje di nav xortan de ji sedî 11,2 ye.
Lê di nav jinên ciwan de ev rêje gihîşt ji sedî 21,8an. Bi vî awayî bêkariya jinên ciwan bû du qatê ya xortan.
Demjimêrên karkirinê zêde bûn
Dema navînî ya xebata rasteqîn a hefteyî li gorî meha berê 0,2 demjimêran zêde bû.
Ev dem derket 42,4 demjimêran.
Rêjeya hêza kar a betal gulana îsal bilind bû.
Rêjeya hêza kar a betal ji karkirina kêm a demkî, hêza kar a gengaz û bêkaran pêk tê.
Ev rêje li gorî meha berê ji sedî 0,9 zêde bû û gihîşt ji sedî 31ê.
Rêjeya hevgirtî ya karkirina kêm a demkî û bêkaran ji sedî 20,2 ye.
Rêjeya hevgirtî ya bêkar û hêza kar a gengaz jî ji sedî 20,5 e.
.jpg&w=3840&q=75)


