Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro daket û çavê hilberîner û bazirganan li encama gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê yên li Dohayê ye.
Bihayê petrola brent bi qasî 75 sentan daket û bermîla wê bû 72,40 dolar.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi qasî ji sedî 0,66 angot 47 sentan daket û bermîla wê bû 70,32 dolar.
Çavê bazirganan li civîna Dohayê ye
Şirovekarê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê daxuyanî da û got:
“Bazirgan wisa difikirin ku dê encama gotûbêjên li Dohayê erênî be.
Bazar geşbîn e lê heta ku nîşaneyên kêmûbûna aloziyan dernekevin, bazirgan bi baldarî kirîn û firotinê dikin."
Tevgera li Tengava Hurmizê
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ji medyaya fermî ya welatê xwe re axivî.
Kazim Xerîbabadî ragihand ku pisporên Îran û Omanê dê di rojên pêş de dest bi gotûbêjan bikin.
Armanca van gotûbêjan ew e ku rêyên derbasbûna li Tengava Hurmizê ji nû ve werin diyarkirin.
Wî bal kişand ser wê yekê ku welatê wî dê rê li ber wan keştiyan bigire ku li derveyî rêyên diyarkirî tevdigerin.
Lê belê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku di rojên pêş de dê ti hevdîtin bi aliyê Amerîkayê re neyên kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ofîsa xwe ji rojnamegeran re axivî û li ser mijarê got:
"Dibe ku civîna Dohayê girîng be, dibe ku ne girîng be jî lê hûn dê bibînin bê dê çawa be."
Ev nezelaliya li ser wê yekê ku gelo dê hevdîtina Îran û Amerîkayê li Dohayê were kirin an na, hestiyariya peymana 17ê mehê nîşan dide.
Her du aliyan ji bo gotûbêj bidomin û şer 60 rojan raweste ev peyman îmze kiribû.
Şandina petrolê didome
Li aliyê din, amarên keştiyên barhilgir nîşan didin ku hilberînerên petrolê yên Kendavê barkirina petrol û gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) didomînin.



