Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya borî li bazarên navneteweyî bihayê onsa zêr daket asta herî nizm a 7 mehên dawî û ket bin 4 hezar dolaran.
Pisporê bazarên darayî Dr. Mihemed Emîn (Dr. Trader) pêşniyar kir ku yên dixwazin zêr bikirin "demeke din jî bisekinin."
28ê Hezîrana 2026an bihayê onsa zêr 4 hezar û 87 dolar e.
Hefteya borî onsa zêr heta 3 hezar û 990 dolaran daket.
Ev ji Çiriya Paşîn a 2025an ve cara yekem e ku bihayê zêr dikeve bin 4 hezar dolaran.
Mihemed Emîn beşdarî Bultena Aboriyê ya Rûdawê bû û pirsên Mihemed Şêx Fatîh bersivandin.
Mihemed Emîn diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên daketina bihayê zêr kêmbûna daxwazê ya li bazarê ye.
“Dibe ku li bin 4 hezar dolaran mayînde be”
Mihemed Emîn destnîşan kir ku rûdanên aborî yên cîhanî û zêdekirina rêjeya faîzê ya li Amerîkayê jî daketina bihayê zêr leztir kiriye û got:
“Zêr niha li derdora 4 hezar dolaran diçe û tê. Lê em li bendê ne ku biha li bin 4 hezar dolaran mayînde be.”
Li gorî amaran, zêr 30 rojên dawî ji sedî 10,33yê qîmetê xwe ji dest daye.
Her wiha bihayê onsê li gorî lûtkeya dîrokî ya ku destpêka salê dîtibû, nêzîkî ji sedî 30 kêmtir e.
"Amerîka difiroşe, Çîn kirînê didomîne"
Mihemed Emîn eşkere kir ku tevî ku Çîn kirîna zêr didomîne jî Amerîka zêr difiroşe bazarê.
Pisporê aboriyê anî zimên ku tenê meha borî Amerîkayê zêdetirî 13 milyar dolaran zêr firotiye.
Li bazara navxweyî liv û tevger çêbû
Zêringeran da zanîn ku daketina bihayê zêr bandor li bazara Herêma Kurdistanê jî kiriye.
Li gorî zêringeran, bi daketina bihayê re daxwaza kirînê zêde bûye û bazar dîsa zindî bûye.
Lê Mihemed Emîn bangî xelkê kir ku lez nekin û got:
"Ji bo kirîna zêr a bi bihayekî guncavtir mirov dikare hinekî din jî bisekine. Çimkî li bazarê hîn daxwazeke xurt a kirînê çênebûye."


