Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab eşkere kir ku ji bo petrola Îraqê rêya herî ewle xeta boriyê ya Herêma Kurdistanê ye.
Dilşad Şehab da zanîn ku armanca sereke ya hatina şandeya bilind a artêşa Îraqê ya Hewlêrê, garantîkirina ewlehiya şirketên petrolê yên li herêmê û zêdekirina şiyana hinardekirinê ye.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beşdarî bultena Rûdawê bû ku Senger Ebdulrehaman pêşkêş dikir.
Şehab hûrgiliyên civîna krîtîk a di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya leşkerî ya bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah de eşkere kirin.
Dilşad Şehab destnîşan kir ku Pêşmerge û artêşa Îraqê bi hevahengî tevdigerin.
Wî anî zimên ku ew valahiyên ewlehiyê yên ku rêxistinên terorê sûd ji wan didît bi rêjeyeke mezin hatine dagirtin.
"Rêya yekem a ewle xeta boriya Kurdistanê ye"
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser aloziyên herêmî û rîskên stratejîk.
Wî diyar kir ku ji ber nebûna aramiyê ya li Tengava Hurmizê, xeta boriya petrolê ya ku di Herêma Kurdistanê re derbas dibe ji bo Îraqê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got:
"Niha ev xet ji bo veguhastina petrola Îraqê ya derveyî welêt rêya herî bikêrhatî û ewle ye.
Em amade ne ji bo anîna petrola başûrê welêt a bi tankeran û hinardekirina wê ya bi rêya xeta me, her cure hêsankariyê bikin."
Rexneya tund a li komên neyasayî
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab qala tevgerên "komên çekdar ên neyasayî" yên li Îraqê jî kir.
Wî eşkere kir ku ev kom him mîsyonên dîplomatîk him jî saziyên aborî dikin hedef û welêt ber bi kaosê ve dibin.
Şehab bi bîr anî ku ji ber êrişên van koman di amarên hilberîn û hinardekirina petrolê de daketin çêbûye.
Wî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê demeke dirêj e li ser vê xeteriyê hişyariyan dide.
"Em ji bo berjewendiyên aborî amadeyî hevkariyê ne"
Dilşad Şehab careke din anî zimên ku Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina aboriya Îraqê bi biryar e û li pey çû:
"Em piştgiriyê didin her hewla ku dê hinardekirina petrola Îraqê bermîleke tenê jî zêde bike.
Ev yek di berjewendiya aborî ya Herêma Kurdistanê û hemû welêt de ye."


