Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin zêdetirî hezar dolarî biha bû û Bitcoinek niha bi 61 hezar û 640 dolarê Amerîkî tê firotin.
Bitcoin di çend rojên borî de daket binê 60 hezar dolarî û gelek şirovekaran pêşbîniya daketina zêdetir dikir.
Pêla firotina Bitcoinê piştî belavbûna amarên bazara kar a Amerîkayê bileztir bû.
Vê yekê dilgiraniyek li cem veberhêneran çêkir ku dê faîza bankan li Amerîkayê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve were bilindkirin û ev yek jî dê veberhêneran ji diravên dîjîtal dûr bixe.
Li gorî hinek pisporên bazara diravên dîjîtal, Bitcoin niha di rewşeke sînordar a xwerastkirinê de ye.
Nirxê diravê dîjîtal ê herî mezin bertekeke tund nîşanî wan daketinên borî da ku di nexşeya 4 demjimêrî de hatibûn dîtin.
Dema ku Bitcoinê nekarî xwe li ser asta 70 hezar dolarî biparêze, hêza xwe ya bilindbûnê ji dest da.
Li gorî vê yekê, hîn jî firoşkar li bazara Bitcoinê serdest in lê belê hinek nîşan derketine ku hêz û desthilata firoşkaran ber bi dawîbûnê ve diçe.
Her wiha îhtimal heye ku Bitcoin nêzîkî nizmtirîn astên xwe bûbe.



