Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Gulanê bi rêjeya ji sedî 1,71 zêde bûye.
Li gorî TUÎKê enflasyona salane gihîştiye ji sedî 32,61ê lê belê Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje, rêjeya enflasyona meha Gulanê ji sedî 2,16 ye û ya salane gihîştiye ji sedî 53,13an.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyona meha Gulanê û ya salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gorî amarên TUÎKê enflasyona meha Gulanê ji sedî 1,71 e û ya salane ji sedî 32,61 e.
Lê li gorî saziya ENAGê ku serbixwe ye enflasyona meha Gulanê ji sedî 2,16 ye û ya salane jî ji sedî 53,13 ye.
Bi eşkerekirina enflasyona Gulanê re dê kirêyên xanî û dikanan jî werin nûjenkirin û zêdekirin.
Li gorî amarên enflasyona TUÎKê yên 12 mehên dawî, dê kirêyên xanî û dikanan di meha Hezîranê de ji sedî 32,24 werin zêdekirin.



