Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Mahsun Kirmizigul, li ser "şeva xelatdayînê" ya ku 26 sal berê hunermendê navdar Ahmet Kaya lê rastî êrişê hatibû û ew bi xwe jî li wir bû, cara yekem axivî.
Ahmet Kaya beriya 26 salan ji ber ku gotibû "Ez dê straneke Kurdî bibêjim" bûbû armanc û neçar mabû ku biçe Ewropayê û li wir di demeke kurt de miribû.
Mahsun Kirmizigul li ser hesabê xwe yê Instagramê bûyerên wê şevê anî zimên:
“Min xwest ez vê çîroka ku bi salan e di dilê xwe de digerînim, bi hemû jidiliya xwe cara yekem û dawî vebêjim.”
Kirmizigul diyar kir ku derketina wî ya ser dikê ya li gel stranbêj û kesên din ên naskirî ne bi armanca protestoyê bûye û strana “Memleketim” (Welatê Min) jî ji berê ve di bernameyê de hebû ku bi komî were gotin.
Kirmizigul destnîşan kir ku di şert û mercên wê serdemê de dema "Sirûd Sala 10an" dihat lêxistin, ranebûna ser pêyan rasterast dihat wateya tawanbarkirina bi “xayîntiyê” û ji ber vê yekê rabûye ser pêyan.
Hunermend Kirmizigul her wiha got ku piştî Ahmet Kaya neçar ma biçe derveyî welêt, wî xwestiye bi wî re hevdîtinê bike.
Lê Kirmizigul anî zimên ku ji ber gotina Ahmet Kaya ya di konserekê de ku gotibû, “Heke Îbo û Mahsunê Tirkan hebe, yê Kurdan jî Ahmet Kaya heye”, wî dev ji plana hevdîtinê berdaye lê piştî salan got "xwezî min bi wî re hevdîtin bikira."
“Me Ahmet Kaya ne protesto kir ne jî kêr û çetel avêtinê”
Mahsun Kirmizigul da zanîn ku ji ber hevdîtin nekiriye poşman e, wî Ahmet Kaya gelekî hez dikir û di parvekirina xwe de ev tişt anîn zimên:
“Edip Akbayram li kêleka min bû. Me Ahmet Kaya ne protesto kir, ne fîkand û ne jî kêr û çetel avêtinê.
Piştî ku Kekê Ahmet ji ser dikê daket salon bêtir germ bû. Hinekan ji bo bertekê 'Sirûda Sala 10an' lê da. Rabûna min a ser pêyan ne ji bo protestokirina Ahmet Kaya bû.
Di Tirkiyeya wan salan de, dema ku Sirûda Sala 10an dihat lêxistin, ranebûna ser pêyan rasterast dihat wateya tometbarkirina bi 'xayîntiyê'.
Wekî Amediyekî, heke ez li wê salonê ranebûyama ser pêyan çi dihat serê min, ez dê bi çi rengî rû bi rûyî lînçkirinê bibûyama, îro jî nikarim bifikirim.”
Kirmizigul li ser derketina dikê jî got:
“Pişt re Savaş Ay û Reha Muhtar ji bo ku ez li gel hunermendên din li ser dikê bim tenê navê min çend caran anons kir.
Em bi hunermendên din re derketin ser dikê û me strana 'Memleketim' got. Ev jî ne protestoyeke li dijî Ahmet Kaya bû, perçeyek ji herikîna bernameyê bû.”
“Di dilê min de tiştek qetiya, dilê min şikiya”
Kirmizigul behsa hewlên xwe yên ji bo hevdîtina bi Ahmet Kaya re kir û wiha pê de çû:
“Pişt re min xwest ji bo ku bi Ahmet bira re biaxivim, derdê xwe bibêjim û li kêleka wî bim herim Almanyayê.
Lê wan rojan di konserekê de min bihîst ku gotiye 'Heke Îbo û Mahsunê Tirkan hebe, Ahmet Kayayê Kurdan heye.'
Di dilê min de tiştek qetiya. Dilê min şikiya. Dibe ku wî jî ji ber êş û hêrsa tiştên ku jiyane ev gotibe lê ez bi wan gotinan aciz bûm û neçûm.”
Mahsun Kirmizigul poşmaniya xwe ya ji bo wê demê wiha tîne zimên:
“Îro difikirim ku xwezî ez biçûyama. Xwezî em rûniştibana û em biaxiviyana.
Xwezî me karîbûya guh bida hevdû. Ji ber ku mirov carinan nizane ku acizbûnek dikare veguhere poşmaniyeke ku dê heta hetayê biajo.”
Kirmizigul di dawiya parvekirina xwe de wefata Ahmet Kaya bi bîr anî û got:
“Pişt re sibehekê nûçeya tehl hat. Kekê Ahmet êdî nemabû. Ez çûm Parîsê û li ser gora wî bi hêsirên çavan min xatir jê xwest.”



