Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd Pervîn Chakarê ragihand ku ew dê bi hevkariya Zanîngeha Silêmaniyê ji bo xwendekarên dengbêjiyê (Vocal) yên Kurd masterclassekê pêşkêş bike.
Masterclass dê di navbera 22 û 25ê Çiriya Paşîna 2026an de li Silêmaniyê bê lidarxistin û dê ji bo hemû xwendekarên beşdar bi tevahî bêpere be.
“Ez bi kêfxweşî vê hevkariyê dikim”
Pervîn Chakarê di daxuyaniya xwe de li ser bernameyê wiha got:
“Ez bi kêfxweşî hevkariya xwe bi Zanîngeha Silêmaniyê, Fakulteya Hunerên Bedew – Beşa Muzîkê re pêk tînim.
Di vê çarçoveyê de, ji bo xwendekarên dengbêjiyê (Vocal) yên Kurd, ji 22 heta 25ê Çiriya Paşîna 2026an li Silêmaniyê masterclassekê pêşkêş dikim.
Ev masterclass ji bo hemû xwendekarên beşdar bi tevahî bêpere ye.”
Dem, cih û tîma masterclassê
Li gorî agahiyên ku di daxuyaniyê de hatine parvekirin, di vê masterclassê de Kumiko Okumura dê bi piyanoyê cih bigire û Sherko M. Salih jî koordînasyona organîzasyonê dike.
Hûrgiliyên bernameya masterclassê wiha ne:
Cih: Qadir Dîlan Hall – Zanîngeha Silêmaniyê
Dîrok: 22–25ê Çiriya Paşîna 2026an
Demjimêr: 11:00–16:00
Piyano: Kumiko Okumura
Koordînasyona organîzasyonê: Sherko M. Salih
Spasiya sazî û piştgiran kir
Pervîn Chakarê di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya Zanîngeha Silêmaniyê û saziyên piştgir kir û got:
“Spasiya Zanîngeha Silêmaniyê, Stiftung Kurdische Kultur Berlin û hemû kesên ku di vê hevdîtina xweş de ked û piştgiriya xwe daye dikim.”
Pervîn Chakar kî ye?
Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.
Wê sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.
Sala 2003yan li Zanîngehê Gaziyê ya Enqereyê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.
Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “herî baş” de destûrname wergirtiye.
Li heman konservatuarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.
Hunermenda Kurd Pervin Chakarê di gelek pêşbirkên operayê de xelat wergirtine.



