Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê naskirî yê Nisêbînê Hozan Kilamedîn bi sedan stran li pey xwe hiştin û di 55 saliya xwe de koça dawî kir.
Stranbêjê ji Nisêbîna Mêrdînê Hozan Kilamedîn Mîrxan ji ber kriza dil li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê koça dawî kir.
Hunermendê Kurd berî çend rojan ji ber nexweşiya dil rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û anjo bûbû.in.
Piştî anjoyê ew şandibûn mala wî.
Doh demjimêr 23:30î ew careke din nexweş ket û ew dîsa veguhastin nexweşxaneyê.
Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Hozan Kilamedîn nehat rizgarkirin û koça dawî kir.
"Keçka Nisêbînê" sêwî ma
Hunermendê hezkirî û naskirî Hozan Kilamedîn sala 1971ê li Nisêbînê hatibû dinyayê.
Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi gotina stranên Kurdî kiribû.
Di zêdetirî 40 salên rêwîtiya xwe ya hunerî de, Hozan Kilamedîn bi sedan stranên Kurdî çêkiribûn û li ser navê xwe tomar kiribûn.
Yek ji stranên wî yên herî navdar "Keçka Nisêbînê" bû ku dawiya salên 90î derketibû bazara muzîkê û ji aliyê gelek hunermendên Kurd ve hatibû gotin.
"Dosta Yekî Din e", "Erê Felek", "Te Ji Bîr Nakim" û bi sedan stranên dawetan û evînê bi afirîneriya wî bûbûn malê muzîka Kurdî.



